AMED
4'emîn Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî bi şiyara "Azadiya Ziman di Çareseriya Neteweya Demokratîk de ye" li Amedê bi beşdariyeke mezin dest pê kir.
Konferansa kuli Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn dest pê kir, sibê jî dê bidome.
Vane notên roja yekemîn:
- Rêveberê KCDê Osman Ozçelik ji bo Serokatiya Dîwanê, Ziyan Înan û Remzî Kaya jî ji bo endamtiya dîwanê hatin hilbijartin û konferansê dest pê kir.
Ozçelik: "Em êrîşên ser gelê Rojava şermezar dikîn. Bila cîhan û Komara Tirkiyeyê bizanibe 40 mîlyon gelê kurd li pişt gelê Rojava ye. Em kesên ku deriyê sînor ji bo çeteyan vedikin û ji bo alikariya ku biçe Rojava digirin şermezar dikîn.
'Gere gel dibistanên xwe veke'
- Rêveberê Navenda KURDÎ-DER'ê Rifat Ozturk di axaftina destpêkirina konferansê de wisa got: "TZPKurdî li hemberî polîtîkayên pişaftin û tunehesibandinê ku ev 90 sal in li dijî gelê kurd tê meşandin, di sala 2006'an de hat damezrandin û ev 7 salin têkoşînek bêhempa dide meşandin. Divê gelê kurd li hemberî dirûtiyê, bi siyasetmedar, şaredar, serok û rêvebirên sazî û dezgahên xwe li hemû qadên jiyanê zimanê xwe bi kar bîne û dibistanên xwe ava bike. Gel û netewe bi zimanê xwe heyî dibin, bi zimanê xwe dikarin hebûna xwe bidomînin. Gelê kurd jî bi vê fêm û feresetê, heya ku mafê xwe yê ji pêş dibistanê heya zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi dest bixe, dê bi rihê seferberiyê têkoşîna xwe ya hebûn û rûmetê bidomîne.
'Gelê kurd ne wekî berê ye'
- Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek: "Ziman nasnameya neteweyan e, em sipasdarên dayikên kurd, pisporên ziman û xebatkarên TZPKurdî ne ku zimanê kurdî anîne vê astê. Dewlet bi zimanê me dixwaze li me bixe, ji bo vê TRT 6 û enstutiya li zanîngehê vekirine. Lê gelê kurd wekî berê nîn e, xwedî li zimanê xwe derdikeve."
'Ziman her tiştê me ye'
- Parlementerê BDP'ê Husamettin Zenderlîoglu: Gelê kurd xwedî yek dil û yek welatî ye. Pêvajoya ku em tê de ne pêvajoyekî dîrokî ye. Ger îro xwîn nayê rijandin bi saya Rêberê Gelê Kurd e. Kesekî bawer ne dikir ku HPG wê derkevin derveyî sînor û şer bidin rawestandin. Îro gelê kurd di nav rewşek dîrokî de ye. Divê em zimanê xwe di warê hunerî û jiyanî de pêş bixin. Ziman hemû tiştê me ye, serkeftin ya me ye, berbanga azadiyê nêzîk dibe. Îro 2750 ziman li cîhanê tên axaftin yek ji wan jî zimanê kurdî ye. Zimanê kurdî bi hemû reng û dewlemendiyan li Rojhilata Navîn tê xuyakirin."
Di konferansê de delegeyan mafê axaftinê girt û her wiha raporên TZPKurdî hatin xwendin.
Konferans wê sibê bi nirxandina rewşa perwerdeyê, pêşniyarên di derbarê siyaset û polîtîkaya dahatuya zimên, nirxandin û erêkirina rêziknameya TZPkurdî û hilbijartinê bidome.


