Rênas Jiyan
Nivîskarên ku derdê wan “ez”a wan be, pênûsa destê xwe ji xwe re dikin “pût” û wê pênûsê fetîşîze dikin û ji her kesî dixwazin ku li hemberî wê pênûsa fetîşîze çong vedin. Lê nivîskarên ku pênûsa destê wan ji bo “azadî”yê be, guh nadin “ez”a xwe û pênûsa xwe heta ku biqede ji bo azadiyê xerc dikin. Di encamê de pênûsa fetîşîst xwendevanê xwe dike kole û pênûsa azad xwendevanê xwe dike azad.
***
Mesele ev e: Pênûsa te “pût” e û di oxira “hût”an de ye, an pênûsa te azad e û li dijî desthilatdaran (hûtan) e. Ger pênûsa te pênûseke azad be, hay ji xwe hebe qiyamet û bobelat li pêşiya te ne. Pênûsên azadiyê li her derê dinyayê rastî bêbextî û neheqiyan tên; carinan tên şikenandin, carinan tên ricimandin, carinan ji wan tê hesidandin… Desthilatdarî her tim pênûsên azad reş dike, di çavên gêl de biçûk dixe, pîs dike, heram nîşan dide û hewl dide ku xwendevanên wê jê dûr bixe û sar bike. Desthilatdarî tu carî li hemberî xwe pênûsên azad naxwaze, jê re yên baş û erênî pênûsên kedîkirî û kolekirî ne û dîrekt an jî endîrekt êrîşî pênûsên azad dike; lê li aliyê din pênûsên kedîkirî xwedî dike, derfet û piştgiriyê ji wan re çêdike û ro bi ro buxma stûyê wan qalind dike heta ku ew pênûs bifitiqin têrra wan dadigire.
Pênûsa kedîkirî êdî tê li cihekî wisa disekine ku ji giraniya têra xwe û ji qalindiya buxma stûyê xwe hew dikare tevbilive; kengî dilê desthilatdariyê bixwaze wê pênûsa kedîkirî ji xwe re dike qurban û ser jê dike. Wekî çawa ji azadiyê tê hezkirin û ji koledariyê tê nefretkirin, ji bo her demê û li her derê yên ku tên hezkirin pênûsên azad in. Kole bi xwe jî di nav de tu mirov ji koledariyê hez nake. Di hemû dîroka dinyayê de wisa ye, ji azadîxwaz, serhildêr û berxwedêrên ku li hemberî desthilatdariyê derdikevin tê hezkirin. Her mirov heyranê azadiyê ye, ji ber vê yekê pênûsên azad bişikên, biqedin û bimirim jî mirov hertim hayranê wan e. Pênûsên azadiyê guh nadin meqaman, guh nadin navdarî û dewlemendiyê hertim tercîha xwe ji aliyê azadiyê dikin. Azadî û bi taybetî jî azadiya civakê ji bo wan ji navdarî û konfor û rehetiyê pêwîsttir û girîngtir e. Pênûsa koledar û desthilatdar ji afirînerî, giyanwerî û berhemdariyê dûr e ji ber ku afirînerî ji azadiyê ava dibe.
***
Pênûsên ku ji hêla desthilatdariyê ve kedîkirî pênûsên paye (bi kibir) û stewr in; ev pênûs xwe mezin civakê biçûk, xwe bedew civakê kirêt, xwe bijarte civakê jirêzê, xwe zane û civakê nezan dihesibînin. Pênûsên kedîkirî pênûsên azadiyê ji xwe re wek dijmin û dijber dihesibînin û li tunekirina wan digerin. Ger we li ciyekî pênûseke paye û qure dît zanibin ku ew pênûs dijberê azadiyê ye û stewr e.
24.05.2015, Azadiya Welat


