Diyarname
Nivîskar Jan Dost roja yekşemê (22.05.2011), li TUYAP'a Amedê romana xwe Mîrname ku nû li tirkî hatiye wergerandin û pirtûkên xwe yên din îmze dike.
Romana nivîskarê malpera me Jan Dost bi navê "Mîrname" ku mijara wê li ser Ehmedê Xanî ye ji hêla Muhsîn Kizilkaya ve ji bo tirkî hatiye wergerandin û ji hêla Weşanên Îthakî ve hatiye çapkirin. Jan Dost wê li standa Îthakî derkeve pêşberî xwendevan û pirtûkên xwe îmze bike.Mîrname duyem romana Jan Dost e ku li tirkî tê wergerandin. Berê jî Kawa Nemir "Mijabada" Jan Dost wergerandibû tirkî.
"Ji Auschwitzê heta Girtîgeha Bi Nimreya 5'an"
Nivîskar Îrfan Baboglu jî pirtûka xwe ya bi navê “Auschwitz'den Diyarbakır'a 5 Nolu Cezaevi” (Ji "Auschwitzê heta Girtîgeha Bi Nimreya 5'an a Amedê" roja şemiyê (21.05.2011) saet 13.00-15.00'an de li standa Weşanên Aramê îmze dike.


