DÊRSIM
Polîsan li gel kâçikên xwe bi ser hola ku wê lîstika şanoyê ya bi navê ‘Îsyan’ (Raperîn) lê bi hatiba lîstin de girt. Bi hinceta lêgerînê, temaşevan û lîstikvan derxistin derve.
Şanoya Yenîkapiyê li Dêrsimê xwest lîstika xwe ya binavê `Îsyan`ê pêşkêş bike, lê berî lîstinê bi 20 deqîqeyan, bûyerên balkêş qewimîn. Polîs tevî kûçikên xwe ketin hola lîstikê, temaşevan derxistin derve û gotin ku ewê lêgerîneke ji bo bombeyê bikin. Temaşevan bê çare derketin derveye, polîsan di wê navberê de lîstikvanên ku amadekariya lîstikê dikirin jî derxistin derve. Temaşevan û lîstikvanên ku li hember vê yekê mat maan bi çepikan helwesta polîsan protesto kirin.
Lîstikvan Şahîn Adiguzel di der barê bûyerê de got ku, "Digel nerazîbûnên me, polîsan bi nêzîkatiyek bê isûl lêgerîn pêk anî."
Adiguzel diyar kir ku wan li gund, kolan û hemû cihên Dêrsimê lîstika xwe pêşkeş kiriye lê her roj em bi zextên polîsan re rû bi dimînin.
Şahîn wisa got: "Di nava van 5 mehên borî de em rastî qedexeyên qeymeqam, polîsên ku dikevin nava lîstikê, faşîstên ku di kolanan de êrîşî me kirin hatin, lê cara yekem e ku em rastî kirinek wiha tên."
Adiguzel bibîr xist ku koma wan dizane ku li hemberî çi têkoşînê didin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Zext nikarin me bêçare bikin. Em vê bûyera li Dêrsimê şermezar dikin û em bang li raya giştî ya şanoyê dikin ku li hemberî vê bûyerê nerazîbûna nîşan bidin."