Diyarname
Piştî Amedê, vê carê Fûara Pirtûkan li Mêrdînê dest pê kir. Heta 6'ê meha pêşiya me fûar dê li dar be.
1'emîn Fûara Pirtûkan a Mêrdînê ku ji aliyê Şaredariya Mêrdînê û Ekin Yayincilik ve hatiye organîzekirin, vebû. Fûar li Mardin Mavo Park Aliş Veriş Merkezi vebû û 43 weşanxane beşdar bûne.
Berpirsê Ekin Yayincilik Muhittin Bozan got ku ji niha û pûde li Mêrdînê fûar wekî kevneşopî dê bidome.
Aliyeke vê fûarê jî ew e ku beşek ji pereyên ku ji pirtûkan bêne bi dest xistin dê ji bo Kobanî bêne şandin.
Di fûarê de ligel pirtûkan îmzekirina pirtûkan, gotûbêj û çalakiyên cur bi cur didomin.