Diyarname
Roman, nirxandin, lêkolîn, çend pirtûkên bi çend cureyan ji Weşanên Peywendê derketin û niha li Fûara Amedê têne pêşkêşkirin. Vane ew pirtûk:
99 MORÎKÊN BELAVBÛYÎ
"99 Morîkên Belavbûyî" navê romana nû ya Helîm Yûsiv e. Ev roman, çîroka Azadê sêwî yê Amûdî ye ku wî piştî pêkutiyên dewleteke despot berê xwe daye Almanyayê û li wir li kampekê bûye penaber. Azad, bi wergirtina mafê rûniştinê re, wekî kar ji xwe re wergêriyê hildibijêre. Bi baweriya wî, wergêrî pirek ava dike di navbera du însanan de.
Lê Azad ne wergêrê însanên halxweş e. Wekî wî bi sedan însan koçber bûne û li perekî Almanyayê rastî nexweşiyên derûnî hatine.
Bi sehne û rewşên realîst re 99 Morîkên Belavbûyî hem romaneke panaromîk e û hem jî bi teferûatên hûr çîroka karakterekî hûmanîst e. Çîroksaziya wê jî bi têra xwe bi hostayî hatiye hûnandin.
Zanista Edebiyata Modern
Pirtûka Destpêkek ji bo Zanista Modern ji aliyê Remezan Alan ve hatiye nivîsandin.
Tiştekî ku ji bo edebiyata modern bibe “zanîn”ek heye? Ew warê ku jê re poetîka, teoriya edebiyatê an jî edebnasî tê gotin, bi pêvajoyeke çawa ve girêdayî ye? Ji ber çi ji bo huner û edebiyatê ewqas riyên cuda hene? Şîrove, metin, wate, edebîtî, erkê edebî, cure, peywend, zewq, xweseriya estetîk, resenî, teqlîd û hwd. ji bo teoriya edebiyatê çi îfade dikin?..
Destpêkek Ji Bo Zanista Edebiyata Modern, di ber van pirs û yên wekî van de, li ser têkiliya modernîteyê û edebiyata modern; li ser têgehên bingehîn ên teoriya edebiyatê û her wiha li ser rengîniya rê û rêbazên rexne û teoriyên modern serê xwe diêşîne.
Kurd, Kitêb, Çapxane,
Pirtûka "Kurd Kitêb, Çapxane" ku li ser weşangeriya kurdî ya di navbera salên 1844-1923'yan de balê dikişîne ser weşangeriya wê serdemê. Di wê demê de çapxaneyên ku kurdan pirtûkên xwe têde çap dikin û rewşa wê demê bûye mijara pirtûkê. Mesûd Serfiraz ku ev pirtûk wekî teza xwe amade kiriye, niha bi rêya weşanxaneyê digihîje ber destên xwendevanan.
Beyana Xwarinan û Zewqên Wan
Ev destxeta ku çîroka peydabûna wê jî bi qasî wê balkêş e, wisa diyar e di warê cureyê xwe de (simatiye) berhemeke tekane ya edebiyata kurdî ya klasîk e. Menzûme aîdî sedsala 19'an e û bi şêweya mesnewiyê ji aliyê Şêx Muhyedînê Hênî ve hatiye nivîsîn.
Di nav 186 beytên wê de navê 130 xwarinên cur bi cur derbas dibin ku hinek jê îro hatine jibîrkirin û hinek jê jî bi navê xwe re heta îro hatine. Balkêş e ku ev xwarin, li gor cure û cinsên wan, çêkirin û çêja wan, bi awayekî binyadî hatine rêzkirin. Belê beriya her tiştî metneke helbestê ye, lê di heman demê de belgeyeke antropolojîk û dîrokî ye jî. Lewma xelasbûna wê ya ji ber xezeba dîroka vê cografyayê, payeya textual survival bexşî wê dike.
Ji Tîrêj du berhem
Peywendê ji bilî van du berhemên Tîrêj jî weşandine. Yek jê "Serpêhatiyên Kurdan" (Cild I-II) e ku hatiye weşandin.
Serpêhatiyên Kurdan, çîrokên rasteqîn in; hatine bihîstin, çavdêrîkirin, tecrûbekirin an ji çandeke hevpar hatine wergirtin. Ji wan jiyan, zanebûn û tecrûbeyên “zemanekî” difûre. Lê hinek jî ji ber vê qederê, ev serpêhatî îro ji me pariyekî dûr dixuyin.
Pirtûka din a Tîrêj î "Mewlûda Pêxember" e. Mewlûda Pêxember, yek ji berhemên şairê navdar Seydayê Tîrêj e.
- 99 Morîkên Belavbûyî / Helîm Yûsiv / Roman / 152 rûpel
- Zanista Edebiyata Modern / Remezan Alan / Nirxandin / Rûpel: 222
- Kurd, Kitêb, Çapxane / Mesûd Serfiraz / Lêkolîn / 246 rûpel
- Beyana Xwarinan û Zewqên Wan / Şêx Muhyedînê Hênî / Dîwan
- Serpêhatiyên Kurdan / Tîrêj / Çîrok
- Mewlûda Pêxember / Tîrêj /


