CENOVA - ANF
Åžaredariya Cenova, pakta (peymana) biratiyê ya bi Herêmên Kurd ên Xweseriya Demokratîk a Rojava re qebûl kir. Li gor peymanê bi vekirina korîdoreke mirovî û piÅŸtevaniyê re gihandina alîkariya mirovî û tenduristiyê digire nav xwe.
Konseya Åžaredariyê ya Bajarê Cenova yê Îtalya, xala rojevê ya têkildarî rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê encumenên ÅŸaredariyê Lucio Valerio Padovani, Antonio Bruno, Simone Farello, Clizia Nicolella, Gian Piero Pastorino, Enrico Pignone û Paolo Putti ve hat pêÅŸkêÅŸkirin qebûl kir. Peymana biratiyê ya bi Herêmên Kurd ên Xweseriya Demokratîk a Rojava re bi ÅŸaredariyên Kantona Kobanî û ya Pirsûs a bakurê Kurdistanê re hat qebûlkirin.
Li gor paktê, di çarçoveya Åžaredar û Serokatiya Yekîtiya Ewropayê ya Konseya Åžaredariyê bi vekirina korîdoreke mirovî û piÅŸtevaniyê re wê alîkariyên tenduristiyê û mirovî bigihînin. Dîsa hat ragihandin ku di serî de bi gelê ji ber êrîÅŸên çeteyên DAIÅž’ê neçar man koçî bakurê Kurdistanê bikin û yên niha li Kobanî ne pêwîst e bi Kantonên din ên Rojava re di nav piÅŸtevaniyê de bin.
Peyman bi îmzeya her 27 endamên Konseya Åžaredariyê di rûniÅŸtina îro de hat qebûlkirin.