Riha
Sempozyuma "Di Rêveberiyên Herêmî de Nêzîkatiyên Ekolojîk, Demokrasiya Pirdengî û Polîtîkayên Alternatîf" dest pê kir.
Sempozyûma ku ji aliyê Şaredariya Wêranşarê ve tê li darxistin dê sê rojan dom bike.
Sempozyûn li Salona Konferansê ya Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariyê bi pêşkêşkirina kokteyla dest pê kir. Piştî kokteylê pêşengeha wêneyan a Eyup Gul hate vekirin.
Di pêşangehê de mebûsên DTP'ê yên Amedê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Seroka Giştî ya SDP'ê Fîlîz Koçalî, Şaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn û komek gel hebû.
Li dû pêşangehê jî axaftinên sempozyûmê dest pê kirin û pêşî Şaredar Emrullah Cin axivî. Cîn di axaftina destpêka sempozyûmê de got ku ji bo vîna gel derxin holê û têkildarî rêveberiyên herêmî de agahiyê bidin gel sempozyum lidar xistine.
Piştî axaftina Cîn, sînevîzyona li ser Wêranşarê hate nîşandayîn û axaftinên sempozyûmê dest pê kirin.