Ta: Êþên Ji dozdeh çîrokan dinisile
Mahmut Ozçelik
Dîroka mirovahiyê, bi ‘þer’ û koçberiyên encama þer ve dagirtî ye. “Sala Kulê” çîroka koçeriya ‘piþtî þer’ e. Ev þer îhtîmal e ku Þerê Yekem Yê Cîhanê be. Di þevên sar yên zivistanê de ligel xelayê, tunebûna mal û xaniyan; ji bo koçberan dibe sedem ku ew di berf û sermaya zivistanê de, di hundirê çalên di sergoyan de hatiye kolandin de bisitirin û jê hinek jî ji sermayê bimirin… Yên ji sermaya zivistanê ji bêmalbûnê dimirin jê yek jî keçikek temen biçûk e ku li navçeya Asûsê xatir ji dinyayê dixwaze…
“Ta” navê pirtûka Mehmet Dicle ye û ji dozdeh çîrokan pêk tê. Ji evîna bêbersiv hetanî bêbextiya mirovê çavsor ku ji bo malê dinyayê dikare di yek derbê de hevalê xwe bikuje, ji karesatên ji rûpelên dîrokê hetanî evîna roj û dinya û heyvê gelek mijar di bêjinga xeyalên nivîskar re derbas bûye. Jêdara çîrokan bi gelemperî derdora navçeya bi navê ‘Asûsa ku nêzî Diyabekirê ye. Lê min tespît nekir ka gelo ev nav rastîn e an xeyalî ye. Min xwest naveroka hinekan bi we re parvekim…
Hezkirina ji çek û tivingan yek ji taybetmendiyên kurda ye. Carinan ji bo tivingekê tîxûban derbas dikin û bi mehan li pey bi destxistina wan tivingan dikevin. ‘Ta’ jî çîroka bidestxistina tivingek bi efsûn e ku kî wê bikire, dest bide wê; an pê jinek dikuje an jî tiþtên hej xerabtir û xetertir tê serî… Bi vegotina çîroka tivingê re zilma li ser jinê tê kirin jî bi zelalî tê vegotin…
Nêçîrvanî belkî pîþeya herî kevn ya mirovan e. Nêçîrvanî hem hêzê hem baldariyê dixwaze. Lê dema baldarî qels be û hêz ji dest mirov biçe, di zivistana sar ya bi berf de, kesê ku li pey nêçîrê diçe, vêca bi xwe dibe nêçîra gur û dirindeyên li çolê. Di çîroka “Seyd” de em pêrgî serhatiya Hesen dibin ku tevî tajiyê xwe di sibata sar de li nêzî Kaniya Guran çi dijîn…
Di kevneþopiya kurdan de mêrkujî mixabin cihek girîng digire. Ji ber sedemên diyar û nediyar, an ji ber sedemên biçûk û mezin, her ev kujtina mêran wekî dêlindêziyek xwe dubare kiriye û xemgîniya xwe, trajediya xwe di dîwarê dîroka me de rêj kiriye. Di çîroka Marê Birîndar de em pêrgî vê dilêþiyê dibin ku çawa di germa havîna tebaxê de, li navçeya Asûsê xwîna mêrek tê rijandin. Ü bi teqîna debançeyê re, mirovek li erdê dirêj dibe. Çend xox ji poþeta di destê mirovê derb lêketî de, dirije û li erdê gilor dibe. Bi teqîna debançeyê re kêfa zarokên li ‘Goristana Mîran’ ku bi marê birîndar re di nava lîstikê de ne diherime û cihê kêfê tirs dadigire. Çîrokeke serkeftî ye…
Di her welatî de çîrokên li ser evîn û dînbûniyê miheqeq heye. Mirovê ku piþtî demekê nikare bigihêje mirazê xwe, ji hêla derûnî ve têk diçe û jê pê ve dînbûniya wî deng vedide… Evîn û dînbûn… Di çîroka ‘Li Asûsê Þeveke Kerr’ de vegotina vê rewþê heye. Hesenê ku dergevantiyê ji qaymeqam re dike, piþtî demekê dibe evîndarê jina wî û ji ber vê evîna bêhûde pêvajoya dînbûnê dest pê dike û di þevek tariya bi berf de Hesên li gelek cihên navçeyê digere. Li sergoyê navçeyê bi tevî kûçikan xwarina êvarê dixwe û bêyî bigihêje mirazê xwe li ser berfê tevî evîna di dilê xwe de koça dawî dike…
Jiyana bi vajbaweriyan dagirtî rê li ber gelek aloziyan vedike. Mirovên nezan û bêhêz di her dema dîrokê de, xwestiye bi alîkariya mirovên xwedî sêhr an þêx û meleyan ve dawiyê li derd û nexweþî û pirsgirêkên xwe bîne. Çîroka ‘Ji me Çêtir’ jî ravîkirina vê rastiyê ye. Mirovekî bêçare piþtî dînbûna jina xwe, wekî çare serî li melayê navçeyê dide û dixwaze bi xwendina hin hevokên olî jina xwe vegerîne jiyana saxlem ya berê. Û di þevek tarî ya havînê de ligel ku qedexeya derketina devre li navçeyê heye, xwe davêje mala Mele Emîn û daxwaza alîkariyê jê dike, lê mele tevî ku dibêje ev ne karê min e, karê doxtorekî/ê ye dîsa jî mêrê jinikê qanî nabe…
Dibêjin her kes þahidê dema tê de dijî ye. Çîroknûs Mehmet Dicle wisa dixuye þahidî li þerê salên 90î jî kiriye û di çîroka ‘Hêlîna Qijikê’ de qala vê heyamê kiriye. Lêkdanên di navbera leþker û “talebe”yan de bi zimanek herikbar vegotiye. Û di encama vî þerî de þewitandina navçeyê, kuþtina serleþkerekî, pêkutiyên li ser niþtecihên navçeyê û derûniya wan ya xerabûyî…
‘Du Kanî’ çîroka leþker û þervanekî azadiyê bi vebêjiya wan ya paralelî hev, mîna du çîrokên di zik hev de û encam dil bi kul dixuye. Di çîrokê de piþtî þerê di navbera her du aliyan de, þervanekî ji hevalên xwe vediqete, bi qasî du hefteyan di þikeftekê de xwe vediþêre, tenê rûyê þivanekî dibîne û dengê beqan dibihîse. Ji ber îxaneta mirovekî, cihê wî tê kifþkirin û di rojek bi baran û bi birûskvedanê de bi tena serê xwe bi þêþt û þeþ leþkeran re þer dike û di dawiyê de çîrok bi heman xemgîniya mirovane diqede: Ji her aliyî yek mirî heye. Navê herdu miriyan jî þehîd e.Tenê kêlikên mezelê wan ji hev cihê ye. Kêlikên leþker ji mermerên spî ye; lê kêlikên þervanê azadiyê ji keviran e û bi egela hevalekî xwe ve pêçayî ye…
Di demjiyana mirovan de hin bûyer û birîn hene ku tu carî ne têne jibîrkirin û ne jî bi demê re dikewin. Wekî birînên qaþilnagir her dem xwîn diniqutin. Çîroka ‘Maria’ jî yek ji van çîrokên êþdar e ku me ber bi dîroka sed sal berî vê demê ve dibe. Êþên li ser ermeniyan bi qasî wan me jî diêþîne: Maria zarokek dozdeh salî ye û bi pey hestiyê bavûkalên xwe ketiye. Ew û bavê wê Dîkran ku ji Faransayê hatine, piþtî lêkolîna bi rojan di þikeftekê de rastî hestiyên kal û pîrên xwe tên û wan ji þikeftê derdixin li gundê xerabebûyî yê filan defin dikin û vedigerin…
Mehmet Dicle yê ku du pirtûkên din jî nivîsiye ku jê yek dîsa ji deh çîrokên xweþ û serkeftî pêk tê û navê wê Asûs e û ya din jî Nara ye. Bi hêviya hûn jî rûpelên wan biçerixînin…
Têbinî: Pêþangeha Pirtûkan ya Edeneyê di navbera 7-15ê vê mehê de ye. Pirtûkên çîrokan yê Dîcle dibe ku bala we jî bikþîne…
Çavkanî: Mehmet Dicle, Ta, Weþanên Avesta, Çapa Yekem Stembol, 2013
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Derheqê Franz Kafka de çend gotin
- Tarîderya: Çîrokek dilperitîner ya penaberan
- Pilingê Serhedê: Xormek û Cibirî
- Eþqa ku Dev jê Nayê Berdan: Ax û Azadiya Welat
- Asoyê Dînan: Romana bi henase û gulbangên kurmancî hatiye xemilandin
- Manî: Pêxemberê ku ji malbatek esilzade tê
- Axayên me yên xwedî pirtûk û pirtûkxane
- Nalebar: Jina bêsiûd û erotîzma bêhefsar
- Guhar: Du qewmên qedîm û bîrên wan yên birîndar
- Leyla Fîgaro: Hêrs, hêsir û poþmanî
- Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuþtinên kiryar nediyar
- Pêþangeha Sûretan: Çend dîmen ji êþ û birînên me
- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoþeyî
- Þûrkêþiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’
- Ereb Þemo û Hêviyên Bextewariyê
- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Þerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Þapînoz’a Enwer Karahan û Reþbîniyên Nepen
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beþ II)
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneþopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’