Diyarname
Lîstikvanê Liverpoolê Muhammed Salah jî di nav lîsteya Time de cih girtiye. Kovara Time ku her sel lîsteya "100 kesên herî bi bandor ên salê" amade dike niha dîsa amade kir. Ji lîstikvanên fûtbolê lîstikvanê ji Misrê Muhammed Salah di nav lîsteyê de cih giritye.
Salah di sala 1992'yan de hatiye dinê. Di sala 2012'yan de transferê Baselê bû û ji wir derbasî Chelsea bû. Paşê di sala 2016'an de çû Roma û ji wir jî di sala 2017'an de derbasî Liverpoolê bû. Salah bi lîstika xwe ya bi bandor dilê temaşevanên fûtbolê fetih kiriye. Ji bilî vê Salah li welatê xwe gelek bi bandor e û vê yekê jî kiriye ku bikeve nava lîsteyê.
Ji bilî Salah ji cîhana sporê kesên din jî hene: basketbolkarê DYA'yê LeBron James, golfkar Tiger Woods, tenîskara Japon Naomi Osaka, atleta ji Afrîkaya Başûr Caster Semenya, lîstikvanê fûtbolê yê ji DYA'yê Aleks Morgan.
Ji qada siyasetê û qadên din jî kes hene. Serokdewletê DYA'yê Donald Trump, Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern, Serokwezîrê Paristanê Îmran Han, Sekrokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Serokwezîrê Malezyayê Mahathir Muhammed, Serokê Nûnera Meclisa DYA'yê Nancy Pelosi, endama herî ciwan a Kongreya DYA'yê û Nûnera New Yorkê Alexandria Ocasio-Cortez, Prensê Abu Dabi Muhammed bin Zayid Al Nahyan, Waliyê berê yê New Jersey Komarparêz Chris Christie hin ji wan in.
Her wiha parêzvanê mafên mirovan ê ji Yemenê Radya Al-Mutawakel, Dozgerê Bi Rayeya Taybet Robert Mueller (Li DYA'yê li ser pirsgirêka Rusyayê lêkolîn dike), lîstikvanê ji Misrê Muhammed Salah, jina Serokdewletê DYA'yê yê berê Barack Obama Michelle Obama jî di nav lîsteyê de cih girtiye.
Ji hunermenda Taylor Swift, showmen-rojnameger Gayle King, sazkarê fîlman, lîstikvan Dwayne Johnson jî ketiye lîsteyê.
**
Nûçeya Eleqedar:
- BTS ya koreyî carek din ket nav lîsteya 'Time'ê