ENQERE
Îro roja derketina rojnameya "Kurdistan" e ku ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve di 22'yê avrêla 1898'an li Qahîreya Misrê derxist. Piştî salên 90'î kurdan biryar girtiye ku ev roj wekî Roja Rojnamegerên Kurd bê pîrozkirin.
HDP'ê jî ji bo vê rojê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir. HDP'ê di daxuyaniya xwe de wisa got: "Em kedkarên çapemeniya azad a xwedî tabloyeke serbilindiyê ne pîroz dikin, em rojnamegerên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, hatine qetilkirin, tevayî şehîdên çapemeniyê bi rêz û hurmet bibîr tînin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çapemeniya kurd a li sirgûnê dest bi weşanê kir û wiha dom kir: "Rojnamegeriya kurd a ku wê rojê li sirgûnê destpê kir, îro hê jî di nav şert û mercên zehmet û di bin zextan de xebata xwe didomîne.”