Diyarname
"Xelata Rojnamegerî ya The Guardin"ê îsal xelata azadiya ramanê da rojnameya Agos û Arat Dînk.
Xelata azadiya ramanê ku îsal heştemîn car e tê dayîn juriyê bi yek dengî diyar kir ku xelatê bide Arat Dînk û rojnameya Agos ku bi tirkî û ermenkî weşanê dike.
Ji bo xelatdayînê di 21'ê mehê de merasima xelatdayînê li Londonê, li Christchurch Spitalfields li dar ket. Xelat ji aliyê Index on Censorship (Endeksa Sansurê) ve hate dayîn.
Arat Dink piştî girtina xelatê got; "Ji bo ku qada têkoşîna azadiya ramanê bêdeng nemîne ewê rastiyan vebêjin."
Dînk li ser bavê xwe Hrant Dînk jî got ku tiştê ku bavê min Hrant Dînk kir kesê talûke şêwaza wî bû ku xwe digihand dilê mirovan. Dema cenazeya wî de du sed hezar kes min dît, min fêm kir serdest çima ditirsin. Em wekî Agosê emê di warê azadiya ramanê de xebata xwe bidominin."


