Silêmanî
Nivîskar û helbestvanê mezin ê kurd Şêrko Bêkes di 5'emîn salvegera wefata xwe de, li ser gora xwe ya li Parka Azadî ya Silêmaniyê vê êvarê hat bîranîn. Bi sedan rewşenbîr, nivîskar, hunermeden û welatî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm ji aliyê malbata wî ve hate organîzekirin. Di merasîmê de muzîk hate pêşkêşkirin, helbest hatin xwendin. Piştre jî destegulek danîn ser gora Şêrko Bêkes.
Her wiha di merasîmê de pirtûka 'Sed û yek roj tenêtî' ya ji aliyê kurê Şêrko Bêkes, Helo ve li ser jiyan û temenê wêje û hunera Bêkes hatiye nivîsandin, hate belevkirin.
Bêkes di 4'ê tîrmeha 2013’yan de li paytexta Swêdê Stockholmê ji ber nexweşiya penceşêrê wefat kiribû. Li ser wesiyeta Bêkes cenazeyê wî li Parka Azadî hatibû veşartin.
Ji Rojnewsê hatiye girtin
***
REKLAM:
Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin...


