Diyarname
Pirtûka helbestan a Serda Selaheddînê Gimgimî bi navê "Derdê Welat" ji Weşanên Nûbiharê derket.
Serda Selaheddîn ji berê de helbestan dinivîse lê heta niha nehatiye nasîn. Di medreseyê de dest pê kiriye, ji ekola medreseya Mela Zahirê Tendûrekî tê û di ciwaniya xwe de helbest nivîsîne. Lê ew helbest heta niha wekî pirtûk nehatibûn çapkirin.
Serda Selaheddîn, di 22 saliya xwe de wefat kiriye. Ev helbestên wî yên niha wekî pirtûk çap bûne piranî di 18-19 saliya wî de hatine nivîsîn ji ber ku di salên d awî de zêdetir ew bi xweşiyê re bilî bû.
Şiîrên Serda, hemî bi wezinkî hatine honandin û mijara wan bi piranî li ser netewperwerî, Kurdistan, rewşa kurdan, evîn û siruştê ne.
- Derdê Welat / Serda Selaheddînê Gimgimî / Dîwan / 168 rûpel, 2018