Diyarname
Peymana Fatih Terim heta sala 2012'yan dirêj kir û dê dinya xwedê pereyan bigere. Vaye meaşê Terim...
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) bi Berpirsê Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê Fatih Terîm re peymana xwe nû û dirêj kir. Li gor peymana nû Terim heta sala 2012'yan dê wekî Teknîk Dîrektorê Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê, berpirsiya tîma ciwanan kar bike.
Serokê TFF'ê Mahmut Ozgener da zanîn ku wan û terim îro li hev kirine. Li gor peymanê Fatin Terim dê salê 3 mîlyon û 120 hezar YTL meaşê bigire.
Û ji Tirkiyeyê meaşên hin karkeran:
- Li Tirkiyeyê mehaneya asgarî li dor 500 YTL ye û li gor vê salekê de karkerek 6 hezar YTL digire.
- Li Tirkiyeyê hemşîreyek mehane li dor 850 YTL'yî meaş digire û tevî prîmên din bi giştî nêzî 1500 YTL'yî digre. Salake dike 18 hezar YTL.
- Li Tirkiyeyê mamosteyekî mehane bi giştî li dor 1200 YTL'yî digire. Salane dike 14 hezar û 400 YTL.
Û gelek mînakên wisa...


