Agahiyên îro... Her ku agahiyên nû bên emê lê zêde bikin...
21.05
TASS: Esad li Rusyayê ye
Serokdewletê Sûriyeyê ê têkçûyî Beşar Esad çû Rusyayê. Ajansa dewletê ya Rusyayê TASS'ê nûçe ragihand û got, "Rusyayê mafê mayîna li wê derê daye Esad û malbata wî."
21.00
SENATORÊ AMERÎKÎ: HÊZÊN KURD ALÎKARIYA SEROK TRUMP KIRIN
Senatorê Başûrê Karolîna Lindsey Graham li ser rewşa Sûriyeyê di X'ê de fikra xwe belav kir. Graham got, "Bi têkçûna rejîma Esed li Sûriyê, rewş bi awayekî dramatîk diguhere" û wiha dom kir, "Ev têkçûneke mezin e ji bo Rusya û Îranê. Lê hêzên cîhadîst ên ku cihê Esed digirin, pirsgirêkên mezin ji bo Îsraîl, Urdun, Erebistana Siûdî û Iraqê çêdikin. Li ser berjewendiyên Amerîkayê li Sûriyê, ji 50 hezarî zêdetir DAIŞ'ê di destê hêzên kurd de girtî ne. Ev hêzên kurd alîkariya Serok Trump kirin da ku îstîlaya DAIŞ'ê têk bibin. Van DAIŞ'iyan dijî Amerîka û hevpeymanê komplo plan kirin û ew bi cih anîn. Derketina van ji girtîgehan û bi vê re çêbûna tehdîda DAIŞ'ê ji bo Amerîkayê û hevalên wê tehdîda mezin e. Obama û Bidenî di vî warî de şaşiyeke mezin kirin û paqijkirina vê yekê di destê Serok Trump de ye."
20.25:
WEZÎRÊ ÎSRAÎLÊ: MIN QALA EWLEHIYA KURDAN KIR
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di X'ê de nivîsî: "Ligel Wezîrê Karên Derve yê Çek Jan Lipavsky li ser Sûriyeyê me xeber da. Min qala ewlehiya kurdên li Sûriyeyê kir. Kurd li hemberî DAIŞ'ê bi dilpolayî têkoşiyan û civaka navneteweyî divê wan ji îslamîstên radîkal biparêze."
*
Netanyahu: Destê me yê aştiyê bo kurdan, durziyan, mislimanan vekiriye
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser girek, cihek bilind bi vîdeoyê peyamek belav kir. Netanyahu ji bo rewşa dawî ya li Sûriyeyê got ku ev yek ji bo Rojhilata Navîn rojeke dîrokî ye. Netanyahu got, "bi hilweşandina rejima Esad re firsenda mezin çêbûye, lê di heman demê de bi talûkeyan ji tije ye" û ev yek lê zêde kir, "Peyama min ji bo yên li Sûriyeyê, ji sînorê me wêdetir dijîn e. Em destê xwe yê aştiyê dirêj dikin: Ji bo durziyan, kurdan, xiristiyanan, misilmanên ku dixwazin ligel Îsraîlê di nav aştiyê de bijîn, em destê aştiyê dirêj dikin."

18.30
Li Rojava qedexeya derketina derve hat ragihandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, ji ber rewşa ewlekariyê ji êvarê saet 20.00 heta serê sibê saet 08.00 qedexeya derketina derve ragihand.
18.15
34 PARTIYAN DAXUYANÎ DA
34 Partiyên siyasî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser hilweşîna rejîma Baasî daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku HSD'ê îsbat kiriye ku ew hêzeke nîştimanî ya tevahî gelê Sûriyeyê ye û armanca wê avakirina Sûriyeya pirreng û demokratîk e.
Partiyan di daxuyaniyê de wisa got,
"Em berpirsê qonaxa bê ne û divê hemû bi cidî bixebitin û van xalên li jêr pêk bînin:
Divê bi rêya hevkariya bi hêzên nîştimanî yên li ser erdê re ewlehî û îstîqrar were mîsogerkirin.
Divê di navbera tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê de bêyî paşguhkirin, diyaloga nîştimanî ya giştî hebe.
Divê Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî were avakirin ku mafê her pêkhateyekê ya birêvebirina karên xwe yên hundirîn hebe."
17.15
- Li Minbicê heta vê êvarkî jî şer dom dikir. Meclisa Leşkerî ya Minbicê gelek çeteyên êrîşka kuştin. Li aliyê din Meclisê biryar da ku ji êrîşkaran yek jî sax ji bajêr dernekeve. Li aliyê din ANHA'yê ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyeyê vê êvarê bajar daye ber bombeyan.
16.30:
DBP: EM RÊVEBIREYEKE DEMOKRATÎK DIPARÊZIN
DBP'ê daxuyaniyeke nivîskî belavkir û got, "Di vê astê de di bin pêşengiya kurdan, ereban, suryaniyan, ermenan û hemû gelen Sûriyeyê de girîng e ku rêveberiyeke demokratik bê sazkirin û dawî li zilma Sûriyeyê ya li ser gelan bê."
DBP'ê got ku ew jiyana bi hev re ya gelan a demokratik ya li Sûriyeyê diparêzin.
15.30
REWŞA MINBICÊ
Li Minbicê şer didome. Ji derve hêzên radîkal yên çekdar nekarîn bikevin nava Minbicê lê li gor agahiyên hatine hin hucreyên veşarî yên nava Minbicê dijî asayişê derkekine, li hemberî van şer didome.
Li gor nêçêgîhanê Erebiye li Minbicê 23 çekdarên radîkal hatine kuştin, ji HSD'ê 7 kesî canê xwe ji dest daye. Li çar taxên Minbicê peçûneke dijwar heye.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku komên çete bi desteka dewleta Tirk êrişî bajar dikin û niha li deriyê başûr ê bajar şerên giran hene.
13.00
Rêveberiya Xweser: Em ji bo diyalogê amade ne
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hilweşandina rejîma Suriyeyê pîroz kir û diyar kir ku ew ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne.
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de got, "Em diyar dikin ku em girêdayî pîvanên ku me di heyama borî de li ser wan kar kiriye ne. Em wekî beşek ji pêkhate û ji erdnîgariya Sûriyeyê dê ji bo parastina yekîtiya gelê Sûriyeyê û yekrêziya axa Sûriyeyê, kar bikin. Em ê zimanê diyaloga aştiyane ji bo çareserkirina pirsgirêkan bêyî dûrxistina ti aliyekî li Sûriyeyê, esas bigirin.
Em teqez dikin ku em ê di avakirina Sûriyeke demokratîk û pirreng a ku mafên hemû gelên Sûriyeyê bêyî cudahî misoger bike de, roleke pêşeng bilîzin.
Em bang li hemû hêzên siyasî yên li Sûriyeyê dikin ku demên berê bînin ber çavan û dersan jê derxînin, her wiha ji bo derxistina welat ji aloziyê, bixebitin."
Rêveberiyê got "Werin em vê qonaxê bikin rûpeleke nû ku em bi hev re hevkariyê bikin da ku em bigihîjin lihevkirinên ku xizmeta berjewendiyên hemû gelên Sûriyeyê bike" û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em bang li her kesî dikin ku dûrî siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê ku rejîma Sûriyeyê di demên borî de esas girt, bisekinin. Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji diyalogê re amade ne, em destê xwe didin hemû aliyên Suriyeyê da ku bi hevre em nîşaneyên Sûriya pêşerojê, xêz bikin.”

**
Li Sûriyeyê di sala 2011'an de şerê navxweyî dest pê kiribû, dawiya meha borî pêlek nû dest pê kiribû îro Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad ji Şamê derket.
- 29'ê meha borî HTŞ'ê (Heyet Tahrîr el Şam) û komên çekdar ên radîkal ên girêdayî Tirkiyeyê êrîşê Helebê kirin û ew bi dest xistin.
- Ji wê rojê de heta îro van her du koman cihên nû bi dest xistin, îro berê xwe dan Şamê. Çavdêrxaneya Sûriyeyê îro ragihand ku Artêşa Sûriyeyê Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê terk kiriye.
- Reutersê ragihand ku Serfermandariya Artêşa Sûriyeyê ji bo serbazên xwe ragihandiye ku rejima Sûriyeyê hilweşiya ye. Ajansê got ku Beşar Esad ji welat derketiye lê hê nayê zanîn ka çûye ku.
- Kesên aligirên HTŞ'ê û çekdarên din li Stenbola Tirkiyeyê ketin Balyozxaneya Sûriyeyê ya Tirkiyeyê û ala Sûriyeyê daxistin, ala nû daliqandin.

RÊVEBERIYA XWESER SEFIRBERÎ RAGIHAND
- Rêveberiya Xweser a Rojava, bi navê xwe yê fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand. Di daxuyaniyê de wisa hat gotin; "Li temamê Sûriyeyê ji ber qeyranê em bang li gelê xwe, Hêzên Parastinê yên Navxweyî, Hêzên Parastina Civakî, hemû sazî, parti, rêxistin û ciwanan dikin ku neyên provakasyonê, bajar û navçeyên xwe di asta bilind de biparêzin. Her kes bila bi fedekarî tevbigere."
- Hêzên Asayişê yên Rojava dest danîn ser hemû saziyên girêdayî Esad yên li Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê.
- Li Qamişlo taxek û balafirgeha Qamişloyê di destê rejimê de bû, vê sibê hemû ket bin destê Rêveberiya Xweser. Gel peykera Esad a li Qamişlo hilweşand.
- Hêzên piştgirên Tirkiyeyê ji duh de êrîşê Mincbic û Dêrizorê dikin. Li hemberî wan hêzên HSD'ê ber xwe didin.
- Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî duh daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, "Gere li Rojava em serketinên xwe biparêzin, mayînde bikin." Cengî bang li PDK'ê jî kiribû ku bi hişê neteweyî nêzî Rojava bibe.
'EM AŞTÎ Û DIYALOGÊ ESAS BIGIRIN'
- Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Îlham Ehmed bi ser X'ê re got, "Îro destpotîzm bi dawî bû. Ji bo gelen Sûriyeyê jiyaneke adil û demokratik em rûpelek nû vedikin. Em guleyan bidin sekinandin û em aştî û diyalogê esas bigirin."
- Hêzên Parastina Gel li Qamişloyê asta tevdîran bilindtir kir. Li kuçe û kolanan her diğerin.
'EZ AMADE ME DESTHILATDARÎ DEWR BIKIM'
Serokwezîr Sûriyeyê Muhammed Gazî-EL Celalî vê sibê daxuyanî da: "Ezê li Lijneya Wezîran bim, amade me desthilatdarî dewr bikim. Ezê ji Sûriyeyê naçim cihek din. Rêberê ku gelê Suriyeyê hilbijêre emê qebûl bikin."

(Dîmen ji Şama berê)


