Diyarname
TZPKurdî li hemû bajarên kurdan çalakiyên daxwaza perwerdehiya bi kurdî daye dest pê kirin.
Helbet ev xebateke baş e. Ji bo daxwaza perwerdehiya bi kurdî heta niha mîtîng hatin li dar xistin, çalakî hatin pêkanîn û di van çalakiyan de jî bi awayeke temsîlî dersa bi kurdî tê dayîn. Îro jî wisa bû.
Roja çalakiyên îro li navçeyên Rihayê bû. Li navçeyên Wêranşar, Pirsûs û Hîlwanê yên Rihayê, di çarçoveya qampanyaya "Êdî Bes e em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin" a TZPKurdî de çalakî hate pêkanîn û ders hate dayîn.
Em ji vir de silavê li çalakiya van kurdan û TZPKurdî dikin lê em nikarin xwe ragirin û vê jî bi bîra mamosteyê ku îro ders da dixin: Mamoste 'î'ya te kêm e. Herhal te 'î' ji bîr kiriye. Divê sernavê dersa te "Alfabeya Kurdî" ba. Mamoste, xêra xwe mafê 'Î'ya me nexwe û wê deyne cihê wê.