Diyarname
Şîrketa kompîturan HP li dinyayê di çarçoveya ji nû ve xwe sazkirinê de 1400 kesî ji kar derdixe.
Berdevkê şîrketa HP (Hewlett-Packard) Norbert Gelse di daxuyaniya ku li ser meseleyê pêşkêş kir de da zanîn ku ji Electronic Dama Systems (EDS) ku di meha gulanê de kirîbûn 1150 kesî, ji HP'î jî 250 kesî ji kar derxin.
Şîrket berî ku EDS'ê bikire li HP 178 hezar kes, li EDS'ê jî 142 hezar kes dixebitiyan.
HP bi plana ji nû ve sazkirinê dike ku di du salan de 1,8 mîlyar dolar tasarûfê bike.
Wekî notek: Li dinyayê gelek şîrket li hemberî qeyrana aboriyê ketine nav xwe ji nû ve sazkirinê.


