logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'
  2. Di Edebiyatê De Jin
  3. Fermo bernameya 'Rojên Ma Musîcê'
  4. Ev jî çêbû: 5 şaredarî bi pişkeyê hatin hilbijartin
  5. Ji êrîşa ser xwe dê pirtûkek amade bike
news-details

Etîketa qehweyeke ji dawiya salên 1700'î mayî: Chicorée au Kurde

  • Dîrok: 05/05/2020
  • Beş: Serbest

Amed Çeko Jiyan*

Sal 2010 yan 2011 bû. Min û xwediyê Pirtûkxaneya Sarayê, hêja Goran Candan, ku me hev bi riya birayê min ê hêja Can Êzîdxeloyê şarazayê zaravayên kurdî nas kiribû, li Amedê hev dît. Kekê Goran, mala wî ava, etîketeke berhemeke ku li serî “chicorée au kurde” dinivîsand li gel çarçoveyeke delal, wekî diyarî da min. Wî wê demê pêşniyar kiribû ku ez bikevim pey şopa çîroka vê etîketê. Wê demê ji bilî hin agahiyên negirîng, ez negihîştim ti agahiyan.

Min li ser dîroka qehweyê hinek lêkolîn kir. Lê li tu deverê laqî qehweyeke bi navê “Qehweya Kurdî” nehatim. Di nivîseke ji salên 1860'î mayî de, behsa rêbaza çêkirina “qehweya Yemenê” tê kirin. Di nivîsê de tê diyarkirin ku qehwe di ser Dewleta Osmanî re hatiye Ewropayê. Lê qehweya hatiye Ewropayê, ne ew qehweya ku îro dibêjinê “Qehweya Tirkî” ye lê “Qehweya Yemenê” ye ku îro jî li Ewropayê dibêjinê “Mokka”.

Bêyî ku ji mijarê dûr bikevim, dixwazim bi kurtî behsa Qehweya Tirkî û Qehweya Yemenê bikim. Qehweya Yemenê ku di salên 1600'î de hatiye Ewropayê û hê jî bi navê Qehweya Mokkayê tê naskirin (Mokka navê bajarekî Yemenê ye), ji Qehweya Tirkî hinekî cudatir e. Ya rast, Qehweya Tirkî ji Qehweya Mokkayê hinekî cudatir e. Tirkan, rêjeya qelandina libên qehweyê û hêrana wê hinek guhertiye û navê “Qehweya Tirkî” lê kiriye. Jixwe qehwe li her dera cîhanê heman qehwe ye, lê qelandin, hêran û rêbaza çêkirinê qehweyan ji hev cuda dike. Tirkan jî li gorî kêfa xwe hin guhertin çêkirine û navê wê danîne Qehweya Tirkî. Û xwedî li wê Qehweya Tirkî derketine.

Li gorî agahiyên di pirtûka nivîskarê birêz Mehmet Oncu ya bi navê “Meyîr”ê de -ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di serdema şaredartiya Osman Baydemir de çap kiribû, kurdan jî rêbazeke xweser ya çêkirina qehweyê heye û wekî birêz Oncu nivîsandiye, navê vê qehweya kurdî “Qehweya Malê” ye. Wekî “Nanê Malê”, “Rûnê Malê”. Taybetiya vê qehweyê ev e ku libên qehweyê bi kajîle û kakilê gûzan re tê qelandin û piştî kakilê gûzan ji navê tê derxistin, libên qehweyê û kajîleyê bi hev re tên hêran û bi rêbaza Qehweya Mokkayê tê çêkirin. Tarîfa Qehweya Malê ku pêkan e piştî xwedîlêderketinê navê wê bibe Qehweya Kurdî, li dawiya nivîsê ye.

Hêjayî gotinê ye ku li Sûriyeyê kurd û ereb jî kajîleya hêrayî dixin nav qehweyê û gelek markayên qehweyên erebî hene ku tê de kajîle heye. Ango çêkirina qehweyê li nav miletên Rojhilata Navîn kêm zêde dişibe hev. Lê qehweya di salên 1600î de gihîştiye Ewropayê, îro li Ewropayê bi gelek awayên cuda tê çêkirin.

Piştî kurtelêkolîneka li ser etîketa navborî, ez negihîştim tu encaman û min dev ji lêkolînkirina çîroka “chicorée au kurde” berda.

Paşê, van çend salên dawiyê min li ser înternetê nivîs û parvekirinên li ser vê etîketê dîtin ku ji bilî yekê didoyan, hemû bi tirkî bûn. Bi piranî digotin, ev etîketa pakêta “qehweya kurdî” ye. Mebest ji “qehweya kurdî”, wekî di wan nivîs û parvekirinan de dihat diyarkirin, “qehweya kizwanan” bû.

Di hin parvekirin/nivîsan de digot, “ewropiyan qehwe bi kurdan nas kiriye”, “Qehwexaneya Qehweya Kurdî ya pêşî ya li Fransayê di sala 1654'an de li Marsîlyayê hatiye vekirin”, “qehweya ku dibêjinê ‘Qehweya Tirkî’ bi eslê xwe ‘Qehweya Kurdî’ bû” û gelek agahiyên din yên bêbingeh yên bi zimanê tirkî. Ya rast, tirkan ji me gelek tişt dizîne (stran, xwarin, takekesên dîrokî, pez, mirîşk û beşeke mezin ya welatî) lê ne qehwe.

Her çend mehan carekê li ser medyaya civakî bayek radibe û dibêjin nizanim kurdî wisa pêîketî ye, wisa xurt e, bi zimanên cîhanî re qayîşkêşanê dike, ji tirkî re dibêje de here bi wê de, nizanim çi û çi.

Meseleya Wîkîferhengê ku yek ji wan bayan bû, wê çendê hanê bû ku gelek kesan di parvekirinên xwe û di hin malperan de digot kurdiya ku di rastiyê de yek ji zimanên herî paşvemayî/paşvehiştî ye di nav hemû zimanên cîhanê de 9'emîn zimanê pêşketî ye? Rastiya meseleyê ew bû ku xebatkarên Wîkîferhenga kurdî gelekî baş xebitîne.

Nizanim çima, kurdên tirkîhez ji bo veşartina tirkîheziya xwe her car serî li rêbaza pesindana kurdî û biçûkdîtina tirkî didin. Qey di meseleya “Qehweya Kurdî” de jî tişekî wisa hebû.

"Vaşê Zerencan"

Li ser zêdebûna gelek agahiyên bêbingeh, ya rast min nedixwest li ser vê etîketa li serî “chicorée au kurde” ango “chicoreya kurdan” dinivîse lêkolînekê bikim. Heta ku di dawiya 2019'an de, dilsoza kurdî birêz Incil Selçûk xanimê li ser Facebookê bi nivîseke kurdî girêdanka nûçeyeke bi tirkî parve kir. Di nûçeyê de behsa giyayekî ku digot navê wê yê bi tirkê “Hindiba” ye dikir û digot ev giya di nav 48 demjimêran de hucreyên kanserê parçe dike. Nivîskar û weşangerê kurdî birêz Roşan Lezgîn li bin parvekirina birêz Incil xanimê şîroveyeke têr agahî danîbû, ji bo navê wê yê bi kurdî jî nivîsandibû "vaşê zerencan’ yanî gihayê kewan” û gotibû ku ew vî giyayî pir dixwe. Şêxekî êzdiyan ku me hev li Almanyayê nas kiribû jî pir behsa vî giyayî dikir û wî digot, “ev giya dermanê min e”.

Giyayê ku di nûçeyê de digot navê wê yê bi tirkê “Hindiba” ye, gelekî bala min kişand. Loma ez li ser înternetê li çavkaniyên bi zimanê înglîzî geriyam. Di gelek çavkaniyan de behsa fêdeyên vî giyayî dikin. Fêdeya wê ya sereke, wekî birêz Roşan Lezgîn behs kirî, antîtoksîdaniya wê ye. Wekî bûme şahid, kurd belgên wî yan xav yan jî wekî pincariyê dipijînin û dixwin.

Lê qehwe û ev giyayî? Gelo ew qehweya li ser etîketa wê bi zimanê fransizî dinivîse, “chicorée au kurde” ev giya ye?

"Çeqçeqe"

Dibêjin, derewên gelek caran tên dubarekirin, ji rastiyan zêdetir pêbawer dibin. Loma, dibe ku ji ber zêdebûna van agahiyên bêbingeh be, malpera Wikipediyayê ya bi zimanê fransizî jî heman wan agahiyên bêbingeh dide û dibêje “chicorée au kurde” “qehweya kizwanan” e. Di Wikipediyaya înglîzî û ya kurdî de di navbera Qehweya Kizwanan û “chicorée au kurde” de tu pêwendî nayê danîn lê di wikipedyaya fransizî de navê qehweyê bi sernavê tirkî “Menengiç kahvesi” hatiye nivîsandin û di naverokê de jî “chicorée au kurde” dinivîse. Li gorî ferhengê, wate “chicoréeya kurdî” ye. Heçî “chicorée” ye, ferheng dibêje înglîziya wê “chicory”, almaniya wê “Chicoree” û tirkiya wê û erebiya wê heman peyv e û “hindîba” ye. Ango ew gihayê di nûçeya parvekirî de behsa wî tê kirin. Di wîkîpedyaya kurdî-soranî de wêneyê heman giyayî heye û dibêje navê wî “çeqçeqe” ye.

Qehweyê kewan çawa tê çêkirin?

Dibe ku ji ber ez zimanê fransizî nizanim, min şopa wê ya li Fransayê/Ewropayê nedît. Lê di malperên înglîzî de behsa qehweyekê tê kirin ku ji qurmê vî giyayî tê çêkirin. Di malpereka amerîkayî de rasterast tarîfa çêkirina vê qehweyê jî heye ku wisa ye: Chicory coffee is a beverage made using the roots of the chicory plant, which are roasted, ground and brewed into a coffee-like drink. (Qehweya giyayê kewan, bi qurmê giyayê kewan tê çêkirin ku qurm tên qelandin, hêrandin û dibe vexwarineke wekî qehweyê.)

Li gorî malperên Amerîkayê, qurmê giyayê kewan piştî tê qelandin û hêrandin, mirov dikare wê wekî qehweyê çêke û vexwe yan jî wekî kajîleyê li nav qehweyê bide û wisa çêke qehwe û vexwe.

Di malpereke din de jî li ser dîroka vê qehweyê dinivîse ku ev qehwe di salên 1800î de ji Fransayê hatiye Amerîkayê. Jixwe etîketa navborî jî bi zimanê fransizî ye. Ji nivîsên din yên li ser etîketê xuya dike, ev qehwe ji aliyê Marcel Godard ve li Awoingta Cambraiyê -bajarokeke Fransayê- hatiye hilberandin. Ji Kartvîzîta wî xuya dibe ku şirketa wî di sala 1792'yan de hatiye damezirandin.

Ne qehweyê kizwanê ye lê...

Piştî van lêkolînan, diyar dibe ku “chicorée au kurde” ne “Qehweya Kizwanê” ye lê qurmê giyayê kewan yê qelandî û hêrayî ye ku wekî qehweyê û di nav qehweyê de jî tê vexwarin.

Dibe ku ev qehwe demekê li Kurdistanê jî wekî “qehweya kizwanan” û wekî “qehweya malê” dihat naskirin û vexwarin. Her wisa dibe ku tenê ji ber başbûna aromaya giyayê kewan yê Kurdistanê, karsazê fransizî ev nav lê kiribe. Jixwe ji wêneyên gelek etîketên din diyar e, vî şirketî gelek berhemên din yên ji giyayê kewan hilberandine. Loma dibe ku îhtîmala duyemîn rast be.

Qehweya bê kafeîn

Di vê lêkolînê de min dît ku di hin malperên modeyê de behsa vê qehweyê tê kirin û dibêjin ji ber ku tê de kafeîn tune ye, mirov dikare bişev jî vexwe û loma trenda nû ev qehwe ye. Vê qehweyê ne tenê li nav qehweya adetî didin, her wisa li nav qehweya ji zadên qelandî û hêrayî jî didin.

Beriya temamkirina vê nivîsê, min ji înternetê sparîşa vî qehweyê da û li malê çêkir. Tama wê ji tama qehweya adetî pir ne cudatir e. Wekî kajîleyê aromayeke wê ya gelekî taybet tune ye lê bi rêbaza qehweya fîltreyê gelekî xweş çêdibe.

Çêkirina qehweyê malê

Qehweya Malê - Melzeme: Dendikên qehweyê: 200 gr. / Kakilên behîvan: 4 heb. / Dendikên kajîleyê (kakule): 4 heb. Çêkirina qehweya malê: Hebên qehweyê bixin taweyeke sifir an jî teflon û bidin ser agir, paşê dendikên kajîleyê û behîvan tev bikin, bila di ber hev de li ser agirekî kiz biqelin û her tev bidin. Heger hûn bixwazin rengê qehweya we vekirî be hindik, na heger hûn dixwazin tarî û reş be îcar pir biqelînin. Gava qehwe li gorî dilê we qeliya, ji ser agir deynin. Kakilên behîvan jê derxin, di aşê qehweyê de bihêrin, piştre bixin merkaneyekê (qawanozekê) û hilînin.

Çavkanî:

1.  Story of coffee, https://en.wikipedia.org/wiki/History_of_coffee, 11.01.2020

2.  Kurdish coffee, https://en.wikipedia.org/wiki/Kurdish_coffee, 11.01.2020

3.  Menengiç kahvesi, https://fr.wikipedia.org/wiki/Menengi%C3%A7_kahvesi, 11.01.2020

4.  Fransa'da Kürt Kahvesi, https://yeniozgurpolitika.net/fransada-kurt-kahvesi, 11.01.2020

5.  Kürt kahvesi, nasıl Türk kahvesi oldu?, https://anfturkce.com/kurdIstan/kuert-kahvesi-nasil-tuerk-kahvesi-oldu-134121, 11.01.2020

6.  The Beginnings of Coffee in France, http://www.web-books.com/Classics/ON/B0/B701/10MB701.html, 11.01.2020

7.  Mokka, https://de.wikipedia.org/wiki/Mokka_(Stadt), 11.01.2020

8.  Öncü, Mehmet, Meyîr (2013), Amed, Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (Rûp. 67)

9.  چەقچەقە, https://ckb.wikipedia.org/wiki/%DA%86%DB%95%D9%82%DA%86%DB%95%D9%82%DB%95, 11.01.2020

10.  Kara hindiba nedir? Faydaları nelerdir?, https://www.saglikaktuel.com/bitki-ansiklopedisi-kara-hindiba-nedir-faydalari-nelerdir-1675.htm, 11.01.2020

11.  Here's What Chicory Is, And Why It's In Your Coffee, Julie R. Thomson, https://www.huffpost.com/entry/this-is-what-chicory-is-and-why-it-sometimes-shows-up-in-coffee_n_55918228e4b081449b4c95ff?guccounter=1&guce_referrer=aHR0cHM6Ly93d3cuZ29vZ2xlLmNvbS8&guce_referrer_sig=AQAAAKKDSVf82Fx0o28Os8LjBEL91fMo_rL0Fr4b6Q5OBPzt127xo3SiUu6hVkJa3W09P1u5wSnLHf6MTc4rKn2cuRPqOOSoH_yZknArZHIEc540mMfzGTBFD1nZqCVEwkszyeENg0qFrdsM7VVRhqbOh1AEhiz1OUhLdkp_i0iZhdRP, 11.01.2020

12.  Chicory Coffee: A Healthy Alternative to Coffee?, Rachael Link, https://www.healthline.com/nutrition/chicory-coffee#section1, 11.01.2020

13. Chicory Coffee: Diese gesunde Kaffee-Alternative macht schlank!, MAGDALENA GRAUSGRUBER, https://www.elle.de/chicory-coffee, 11.01.2020

Ev nivîs ji bloga wî amedcj.blogspot.com hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 03 06 2023

Di Edebiyatê De Jin

news
  • 30 05 2023

Li ser '101 Romanên Kurdî'

news
  • 30 05 2023

Tabloyên ji Rojava

news
  • 18 05 2023

Xwendineke mîna pêşwazîkirinê

news
  • 12 05 2023

Berpirsên tenduristiya me: Hemşîre

news
  • 10 05 2023

Têkiliya Edebiyat û Dîrokê

Nivîsên Nû
news

Rêya avakirina xwebûna kurdan

  • Mîrza Ronî
news

Çi bi 7 mîlyon ciwanî hat?

  • Cemil Oguz
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Tîmên kurdan jî beşdarî Kûpaya Tirkiyeyê dibin

ad

Mahmut Akyurekli qala cihê cil û çekê Şêx Seîd û Dadgehên Îstîklalê kir

ad

Posterê fermî yê Cannesê hat belavkirin

ad

Dewlet parkên Nisêbînê jî xira dike

ad

140 hezar kes bûn mêvan

ad

Qeymeqamiya Nisêbînê 64 nav red kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'

  • 02 06 2023
news

Di Edebiyatê De Jin

  • 03 06 2023
news

Ev jî çêbû: 5 şaredarî bi pişkeyê hatin hilbijartin

  • 02 06 2023
news

Fermo bernameya 'Rojên Ma Musîcê'

  • 02 06 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname