Diyarname
Komeleya Lêkolînên Kurdî vê hefteyê li ser folklora kurdî çalakiyek li dar dixe. Nivîskar Çiya Mazî dê beşdarî gotûbêja komeleyê bibe. Mazî dê di gotûbêjê de li ser "Dûrikên Derdora Mêrdînê" biaxive. Mazî di vî warî de bi navê "Baxek ji Folklora Kurdî" derxistibû û ew li ser vê meseleyê xwedî gotin e. Di gotûbêjê de li ser pirsên dûrik çi ne, kî dibêjin, jin an mêr? Li ku tên gotin? Ji bo çi tên gotin, naveroka wan tê çi wateyê? Cudatiya wan û stranan çi ye, meqam û melodiya wan çawa ye? Bi melodî çawa têne berzkirin û gotin? Nivîskar Çiya Mazî dê li ser van pirsan û hemû pirsên din ên bi mijarê re eleqedar bisekine û bibersivîne.
Gotûbêje 27'ê mehê (roja yekşemê) saet 15'an de li avahiya komeleyê li dar dikeve.
Ji bo kesên eleqedar:
27.05.2015, Saet 15.00
Cih: Kuloglu Mah. Turnacibaşi Sok. Tuner İş Hani No: 39 kat 6 Beyoglu - Stenbol