SILÊMANÎ/ROJNEWS
Parlamenterê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bextiyar Şaweys di daxuyaniyekê de diyar kir ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de 837 pêşmerge şehîd bûne, ji vê hêjmarê 310 pêşmergeyên YNK’ê ne û 50 pêşmergeyên YNK’ê jî heta niha çarenivîsa wan ne diyarin.
Serokê koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Herêma Kurdistanê Umîd Xoşnaw di daxuyaniyekê de diyar kiribû DAIŞ’ê tenê şerê PDK’ê dike. Ev gotinên Xoşnaw rastî nerazîbûnê hatin û li ser vê yekê parlamenterê YNK’ê Bextiyar Şaweys nerazîbûn nîşan da.
Li gor radyoya Newa, parlamenterê YNK’ê yê parlamentoya Iraqê Bextiyar Şaweys di daxuyaniyekê de li ser gotinên Xoşnaw wiha got: “Ew parlamenter xwîn û şehîdbûna pêşmergeyên YNK’ê û aliyên din paşguh xistiye. Nabe kesek bi navê parlamenter û serokê koma partiyekî herî mezin li parlamentoyê meseleyê ji bo berjewendiyên teng ên hizbî bibîne û bêje, DAIŞ tenê şerê PDK’ê dike.”
Bextiyar Şaweys derbarê hêjmara pêşmergeyên şehîd bûne de ev agahdarî da: “Li gor statîstîkan heta niha 837 pêşmerge şehîd bûne. Ji vê hêjmarê 310 pêşmergeyên YNK’ê ne û 50 pêşmerge jî ne diyarin. Ji 3 hezar birîndaran, hezar û 200 birîndar yên YNK’ê ne. Herwiha 500 birîndarên din jî yên partiyên dinin, welatiyên dildar û ji bilî PDK’ê.”
Parlamenterê YNK’ê ev pirsyar pirsî û wiha got: “Ger DAIŞ tenê şerê PDK’ê dike, ev kesane di şerê ligel kê, li kûderê û li ser çi bûne qûrbanî?”
Parlamenterê YNK’ê Bextiyar Şaweys di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi dîtina Umîd Xoşnaw, Celewla û navçeyên din ne Kurdistanîne, ji ber vê yekê dibêje; DAIŞ tenê şerê PDK’ê dike.”


