Diyarname
Enstîtuya Kurdî li Stockholmê 6 pirtûk bi hev re derxist. Enstîtu bi beşdariya nivîskarên van pirtûkan çalakiyeke li dar dixe.
Enstîtuya Kurdî li Stockholmê wekî kevneşopîyekê her sal hejmarek pirtûkan çap dike. Enstîtuyê îsal şeş pirtûkên bi hev re çap kirin. Ji wan sê bi zaravaya soranî, du bi kurmancî û yek jî bi her du zaravayan e.
Ji van 6 nivîskarên ku Enstîtuyê pirtûkên wan derxistine hemû ne li Stockholmê ne, lê ji wan 4 li wê derê ne û bi beşdariya van 4 nivîskaran dê çalakiyeke nasandina pirtûkan il dar bikeve.
Hesen Cûdî pirtûka bi navê "Dîroka ji agir"; Serkan Birûsk wergera "Welatê Evarê”; Kawa Amîn "Dîroka Edebîyata Kurdî” û B.welatevîn "Bavo Bûye Bostan” nivîsiye. Bi beşdariya van çar nivÎskaran roja 05.11.2011'an li avahiya Enstîtu çalakiyeke li dar dikeve. Piştî axaftina destpêkê dê nivîskar li ser pirtûkên xew biaxivin û wan bidin nasîn.
Bernameya çalakiyê:
14.00-14.10: Axaftina destpêkê
14.10-14.30: Hesen Cudî
14.30-14.50: B.welatevîn
14.50-15.10: Qehwe û çay
15.10-15-30: Kawa Amîn
15.30-15.50: Serkan Brusk
15.50-16.30 Pirs û Bersîv
Dem: 05.11.2011, Şemî
Saet: 14:00
Cih: Enstîtuya Kurdî li Stockholmê
Adres: Mogordsvegen 13, bv
143 43 Vårby Gård
Telefon: 073 685 02 56


