logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  2. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
news-details

Dîkan penîr xwar, bi jehrî ketin!

Tu tîmek ji stêrkan pêkhatî bî jî, tu favorî bî jî, her kes bi navê te sond bixwe jî carinan dê tîmek were û te bişîne m

  • Dîrok: 29/06/2021
  • Beş: EURO 2020

Cemil OGUZ

Tu tîmek ji stêrkan pêkhatî bî jî, tu favorî bî jî, her kes bi navê te sond bixwe jî carinan dê tîmek were û te bişîne mal. Em qala maça Swîsre û Fransayê dikin.

Di Dora 16'an a tûrnûvaya Euro 2020 de maça Fransa û Swîsreyê hebû. Fransa di komeke dijwar, koma ku têde Almanya, Portekîz hebûn de wekî yekemînê komê hatibû Dora 16'an. Favorî bû. Yek ji favoriyên vê kûpayê bû. Xwedî lîstikvanên navdar bû. Stêrk dibiriqîn di bin lingên lîstikvanên wê de. Navê lîstikvanan wekî Benzema, Mbappe, Griezmann, Pogba, Kante bixwe heyecan dida temaşevanan. Bi navan tenê ba jî bawerî ew bû dê bi awayekî rehet derbasî çarîk fînalê bibin.

Bi ser de teknîk dîrektorê wan hebû: Didier Deschamps. Wisa teknîk dîrektorekî serketî bû ku ji sala 2012'yan ve li ser kar bû. Lîstikvanên xwe jî, reqîbên xwe jî û fûtbol jî baş fêm dikir. Wî, tîm di Euro 2016'an de biribû fînalê lê li wir winda kiribû. Di sala 2018'an di Kûpaya Cîhanê de tîm biribû fînalê û bi ser ketibû, kûpa biribû Fransayê. Di Euro 2020 de jî ev fors, ev jîrekî, ev farovî li ser kaxiz bû û ew derdixist pêş. Lê na, Swîsreyê got "Ez heme."

Swîsre di Koma A de piştî Îtalya û Gallerê (Walles) bûbû sêyemîn, ji kontenjana "Sêyemînên herî serketî" hatibû Dora 16'an. Erê ne favorî bû. Lê xwedî surprîzan bû ku îşev jî ev surprîza xwe nîşan da. Teknîk dîrektorê wan Vladimir Petkovicê ku berê tîmên wekî Sion, Lîzbon bi rê ve birin, di sala 2014'an de hatibû ser kar. Helbet wî jî pir dixwest Fransayê têk bibe û derbasî çarîk fînalê bibe.

Û berxwedana Swîsreyê dest pê kir. Di deqîqeya 15'an de Swîsreyê bi Haris Seferoviç serketin bi dest xist û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Fransayê hêza xwe nîşan da, lê tam wê kêliyê de di deqîqeya 55'an de Swîsreyê penaltî bi dest xist. Ava germ bi ser Didier Deschamps wer bû, rengê wî çû, lê Rodrîguezê ku gog danî ser xala spî nekarî golê biavêje û hevkêşe vêca ket destê Fransayê. Di deqîqeya 57'an de Karîm Benzema wekhevî saz kir: 1-1. Piştî vê kêliyê bi 2 deqeyen Benzema carek din xwe nîşan da û encam bû 2-1. Lê gola rojê ji Pogba hat. Pogbayê di deqîqeya 75'an de ji derveyî pêş sehayê fûzeyeke şand, bav û kalên qelevanên serketî bihata jî dê nekaribana gogê ji wir derxin. Û helbet kêfa fransiyan derketibû asta herî bilind. Lê Swîsreyê dest ji maçê bernedida. Berxwedaa Swîsreyiyan, lîstika wan ku careke din nîşan dida; "heta hakêm pif li firfirokê neke maç bi dawî nabe". Di deqîqeya 81'ê de Haris Seferocîç carek din derket ser dikê û rih da tîma xwe. Û tam di deqîqeya 90'î de  Mario Gavranvic maç bir dema zêdek: 3-3,

Tam 6 gol, heyecan û daxwaza derbasbûna çarîk fînalê hebû. 30 deqîqeyên zêdek wisa dest pê kir lê tu tîmî nikarî golek biavêje û encamê biguherîne.
Encam dê bi penaltiyan biguheriya. Wekî rêgez helbet 5 penaltî dê bihata avêtin; yek bi yek. Heta penaltiya 4'an rewş neguherî. Di penaltiya 5'an de Swîsreyê gol bi dest xist lê ji Fransayê dema Mbappe gog danî ser xala sor kesî bawer nedikir dê nikaribe golê biavêje. Lê carinan wisa jî dibe; Yê herî serketî jî dikare têkçûna herî mezin bijî. Û bi van penaltiyan Swîsreyê Fransa şand mal û ew derbasî çarîk fînalê bû.
Encam: Swîsreyê penîr da dîkên Fransayê, lê nayê zanîn ku çi xistibûn nava penîr, dîk bi jehrî ketin û jixwe çûn; ji tûrnûvayê stûxwar vegeriyan mal.

Bi vê encamê Swîsre di çarîk fînalê de bû reqibê Spanyayê. Emê binêrin, dê gayên spanyola bikaribin penîrên Swîsreyê bixwen yan na?..


Parve Bike

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
EURO 2020 - Nivîsên Dawî
news
  • 11 07 2021

Waye fînal hat

news
  • 11 07 2021

Dema fînalê hat: Dante yan Shakespeare? Kîjan dê bi ser bikeve

news
  • 11 07 2021

Îngilistan di çemê penaltiyan ê Îtalyayê de xeniqî

news
  • 08 07 2021

Îngilistan yekem car li fînalê ye

news
  • 07 07 2021

Fînalîstê yekemîn diyar bû: Îtalya

news
  • 05 07 2021

Hakêmên fînal û nîvfînalê diyar bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Festîvala Wêjeyî ya Germiyanê li dar ket

ad

Cenazeya Aramê Dîkran dibin Brukselê

ad

Nûbihara nû derket

ad

CHP'ê piştgirî da Dicle

ad

Bernameya Yenîsahneyê diyar bû

ad

Li Şîlî çepgirekî 35 salî ji bo serokdewletî hat hilbijartin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname