Parîs
Li paytexta Fransa Parîsê bi keleşnîkofan êrîşê kovara qerfî Charlie Hebdo kirin; di êrîşê de 12 rojnameger hatin kuştin, 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên destpêkê 2 kesên çekên keleşnîkof di dest de ketine avahiyê û ew der dane ber guleyan. Tê gotin ku êrîşkaran 30 caran êrîşkiriye û hin rojnameger reviyane pata jor û wisa xilas bûne.
Piştî êrîşê êrîşkar bi lez ji cihê bûyerê reviyane û di heman demê de bi polîsên ketine dû wan jî ketine pevçûnê. Heta niha tê gotin ku polîsek jî birîndar bûye.
Di nav kesên hatin kuştin dre Gerînendeyê Weşanê yê kovarê Stephane Charbonnier (Charb) û kesên bi navê Cabu, Tignous û Wolinski xêz dikirin jî natin kuştin.
Charbonnier di "lîsteya yên dê bêne kuştin" a El Kaîde de bû, loma di bin parastina polîsan de bû.
Vê kovarê berê karîkaturên Hz. Mihemed weşandibû.
Piştî bûyerê Serokomarê Fransayê Francois Hollande hemû bernameyên xwe betal kirin û dê here cihê bûyerê.
Saziyên kurdan bûyer şermezar kir
Ji sazî û rêxistinên kurdan Kongra-Gel, HDP'ê bi daxuyaniyên nivîskî bûyera li Parîsê şermezar kirin.