RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ / Rojnews
Îro saet 10:00’ê li encumeniya parêzgeha Silêmaniyê di navbera YNK û Tevgera Goran de guhertina postên Walîtiya Silêmaniyê û encumeniya parêzgehê pêk hat.
Di rûniştina îro de ji endamên encumeniya Silêmaniyê yên YNK û Goran, 31 endam amade bûn. Di encama dengdanê de, 23 dengan ji bo îstifaya Dr. Aso Ferîdûn dengê erê bi kar anîn. Li cihê wî ji lîsteya Tevgera Goran Dr. Heval Ebûbekir hat hilbijartin.
Her wiha ji bo serokatiya encumeniya parêzgeha Silêmaniyê jî, ji lîsteya YNK’ê Azad Heme Emîn hat hilbijartin û Enwer Tahîr jî ji bo cigirê wî hat hilbijartin.
Her wiha ji lîsteya YNK’ê jî Avan Cemal, Mihemed Resûl, Ekrem Şerîf, Niyaz Seyîd Ehmed û Sebah Fatûş nerazîbûn dijî guhertina postan dan û ji rûniştinê derketin.