Diyarname
Weşanxaneya Şemalê ku kurtedemek berê pirtûka M.Zahîr Kayan “Şêhneya Dînan”* derxist û dest bi weşandina pirtûkan kir, di rojên dawî ya sala 2014’an de pirtûkek din pêşkêşî xwendevanan kir: Beybûn. Beybûn ji aliyê Bêrîvan ZînZal ve hatiye nivîsîn.
Pirtûka bi navê Beybûn yekemîn pirtûka Bêrîvan ZînZal e. Pirtûka Bêrîvan ZînZal ku ji temayên wekî beybûn, evîn, hesret, çûyîn û welat hatiye pê, bi zimanê xwe yê rewan, bi derbekê xwe dide xwendinê...
Bêrîvan ZînZal, bi vê berhemê gav avêt nava helbestvanî û nivîsa kurdî. Wê bi helbestên kurt lê bi temayên xurt, bê lê û lo helbestên xwe hûnandine... Ew bi dû lîstikên bi peyvan neketiye, jê wê de, wê girîngiya daye wateyê û sadebûn û herikbarbûna zimanê helbestê.
Di helbestekê de Zînzal wisa dibêje:
“Ez dicemidim bi evîniyê
Tu jî bi xerîbiyê
Ez li çavên te digerim
Tu li welatê xwe
Tu nizanî
Çavên te welatê min in.”
Ji bo kesên bixwazin xwe bigihînin Weşanên Şemalê: semalmedya@gmail.com
Beybûn / Bêrîvan ZînZal / 80 rûpel / Payîz 2014