Diyarname
Pirtûka "Dîdarê Yar" ê Şêx Şemsedînê Exlatî ku ew helbestvanekî ji Nifşê Melayê Cizîrî ye li ber destê xwendevanan e. Pirtûkê ku niha li ber destê me ye ji aliyê Weşanên Belkî ve hatiye weşandin. Bi hûrbînî pirtûk hatiye amadekirin û li ber her peyva ku îhtîmal e nayê zanîn nîşe hatiye danîn.
Şêx Şemsedînê Exlatî di navbera salên 1588 - 1674'an de jiya ye. Helbesta Exlatî jî wekî ya Cizîrî 400 salî ye û di nav klasîkên kurdî de cih digire. Weşanxaneya Belkî wisa helbesta wî nirxandiye, "Ya ku Exlatî û helbesta wî girîng dike ne bi tenê temen-dirêjiya helbesta wî û hatina wî ya ji nifşê Melayê Cizîrî ye, her wiha heta mirov bêje bes 'balkêşî'ya poetîkaya wî ye jî. Exlatî 'dengekî din' e, ew 'ecêbek' e, ew 'ecêbeke giran' e."
Exlatî li ser heywanan li ser ker, mişk, keftar, kund, bilbil, şêr û hwd ajalan bi awayekî sembolîk helbest nivîsîne; ev, 'şêwaz'a wî ya nivîsîna helbestê ye; ev şêwaz him şêwazeke pirr orjînal û him jî pir balkêş e. Helbestvan Rênas Jiyan pêşekek dirêj li ser helbesta Exlatî nivîsiye û bal kişandiye ser xalên balkêş.
Ji bo nasandina helbestvanekî din ê ji nifşê Melayê Cizîrî, ji bo xwendina beşek din ji helbestên klasîk ên kurdî pirtûkek girîng e. Ev pirtûka ku li ber dest e çapa wê ya yekemîn e di sala 2014'an de ji Weşanên Belkî derketiye.
Li aliyê din Weşanên Nûbiharê jî ev klasîka Exlatî çend sal berê di nav klasîlên xwe de çap kiribû.
- Dîdarê Yar / Şêx Şemsedînê Exlatî / Weşanên Belkî / 64 rûpel / Helbest / 2014


