Diyarname
Di maça Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de îro Cîzre Spor û Torku Konya Spor hatin hemberî hev. Di maça li Cizîrê de Cîzresporê bi 2-0 Konya têk bir.
Lîstikvanê Cîzreyê Djiehoua di deqîqeya 31'ê de golek avêt û nîveka yekemîn a maçê bi 1-0 bi dawî bû. Di nîveka duyem, deqîqeya 52'yan de Hakan Dogan golek din avêt û Cîzre Spor bi 2-0 bi ser ket. Cîzre Spor ku di maçên berê de li hemberî Gîresunsporê bi ser ketibû, bi vê serketinê jî pûanên xwe derxist 6'an.
Di koma H de heta niha 4 maç hatin lîstin, Cîzre spor du caran bi ser ketiye û du caran têkçûye. Niha di komê de pûanên Gençlerbîrlîgî 8 in û ew yekemîn e. Dûre Cîzrespor bi 6 pûanan di rêza duyem, Gîresunspor bi 5 pûanan rêza sêyem û Torku Konya jî bi 3 pûanan di rêza dawî de ye.
Di Kûpaya Zîraatê de du maçên din jî dê bêne lîstin. Bername bi vî rengî ye:
28/01/15, Saet 15:00, Gençlerbirligi - Cizre Spor
28/01/15, Saet 15:00, Giresunspor - Torku Konyaspor
04/02/15, Saet 15:00, Cizre Spor - Giresunspor
04/02/15, Saet 15:00, Torku Konyaspor - Gençlerbirliği
Ger di maçan yekemîn de Cîzre Spor li hemberî Gençlerbîrlîgî bi ser bikeve hêviyên xwe yên derketina ji komê dê derbasî maça dawî bike. Encameke din dê rewşê biguherîne. Niha di komê de hêviya her tîmî heye ku ji komê derê ji ber ku hê du maçên nehatine lîstin, bi gotineke din 6 pûan li holê hene.