Diyarname
Êvarê serê salê li bajarê Silêmaniyê Şîrketa Gizingî Berbeyan ya çêkirina bernameyên televîzyonê ji bo JIN TV’yê ji aliyê Asayişa Silêmaniyê ve nat girtin. Asayîşê tu sedem nîşen nedane, tenê gotiye biryara dadgehê heye.
Li ser mijarê rojnameger û xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil ji bo Rojnewsê gotiye, "Emê li dijî biryaRê serî li rêyên hiqûqî bidin."
'GOTIN EV BIRYARA HIKUMETA IRAQÊ YE'
Tewar Adil dibêje şîrketa wan şîrketeke çapemeniyê ye, ji bo televîzonê bernameyan amade dike û wisa gotiye, "Ev şîrket heft sal in li başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin û niha bi kanalê Jin TV re girêbestê heye û bêyî cudahiya reng û bîrdoziyê, dengê hemû jinên başûrê Kurdistanê ye. Di 31’ê berfanbara 2024'an de, hêzeke Asayişa Silêmaniyê hat şîrketa me û ji me re gotin ku divê hûn karên xwe yên Şîrketa Gizingî Berbeyan rawestînin. Gotin ev biryara Hikumeta Iraqê ye. Bêyî hebûna tu belgeyeke fermî, gotin divê hûn karên rawestînin. Her wisa ji me re gotin ‘ji bo agahiyên berfireh serî li Asayişa Silêmaniyê bidin.”
'EMÊ SERÎ LI TEDBÎRÊN YASAYÎ BIDINI'
Adil got ku heta niha tu daxuyaniyên zelal nedane wan û got, "Emê serî li tedbîrên yasayî û qanûnî bidin, sedema li pişt girtina şîrketa xwe eşkere bikin û rêyekê ji bo berdewamkirina karên xwe bibînin.”
Rojnameger Tewar Adil dibêje, "Emê di warê derxistina dengê jinan de xebatên xwe bidomînin" û wiha dom kir, "Emê hewl bidin ku piştgiriya zêdetir ji bo şîrketa xwe kom bikin. Li ser torên civakî me hashtag’ek bi navê ‘Nikarin dengê jinan bêdeng bikin’ ragihand ku di nav rojnamevanên azad û rojnamegerên jin de kampanyaya hashtagê tê birêvebirin. Dezgehên çapemeniyê çavê civakê ne û girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan binpêkirineke li hember hemû rojnamegeran û karê rojnamegeriyê. Lewma em vê binpêkirinê qebûl nakin û emê serî li rêyên yasayî bidin.”
ŞÎRKETÊN DIN JÎ HATIN GIRTIN
Li aliyê din roja 31’ê berfanbara 2024’an de ligel Gizîngî Berbeyan di heman demê de hêzên Asayîşa Silêmaniyê avêtin ser Rêxistina Niwêger a Pêşxistina Hunerê, Rêxistina Merziye ya Jinan, Rêxistina RJAK û ew jî girtin.


