Cemil Oguz
Fîlmê Derhêner Ferih Karahan "Derbûyîna ji bihuştê" îro ket vîzyonê. Li Stenbolê keçikek tirk rewşa wê baş, li gundekî Mûşê keçikek kurd. "Derbûyîna ji bihuştê" ku çîroka herduyan dixe nava hev û pêşkêş dike, li ser pirsgirêka kurd du çîrokên ji hev cuda pêşkêş dike. Fîlm temaşekirinê heq dike. Derhêner Karahan dibêje "Em pirsê dixin serê mirovan ku bipirsin. Ev pirsgirêk tenê bi vî awayî dikare çareser bibe."
"Derbûyîna ji bihuştê" di sala 2013'yan de li Festîvala Porteqala Zêrîn xelata fîlmê herî serketî, lîstikvana duyem (Gulistan Acet) a herî serketî, xelata taybet a juriyê (Rojîn Tekin) girt û roja 25'ê mehê ket vîzyonê. Derhênerê fîlm Ferit Karahan berê bi kurtefîlmên wekî “Xewna Yusuf", “Beriya Tofanê" ku kişandibû û derketibû rojevê. Ji bo "Derbûyîna ji bihuştê" nêzî pênc salan xebitî û di sala 2013'yan de temam bû. Fîlm, dema ji Antalyayê bi xelatgirtinê vegeriya eleqeya wê ji bo wî zêde bû. Fîlmê ku herî dawî di 33'yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê de derket pêşberî temaşevanan, niha pêvajoya wê ya vîzyonê dest pê kir.
Çîroka keçik tirk û keçek kurd
Di 40 salên têkoşîna azadiyê ya kurdan de gelek berhem hatin nivîsandin, gelek tişt ji bo fîlman/belgefîlman hatin kişandin. Yên hatin ecibandin jî çêbûn, yên hatin rexnekirin jî. Derbûyîna ji bihuştê li ser vê rêyê gavek nû ye ku hatiye avêtin. Ji salan salên destpêka 2000'î. Li Stenbolê keçik tirk ku rewşa wê baş e, hay ji bûyer û pêşketinên li gelek cihên dinyayê nîn e dijî. Zanîngeh xilas kiriye, bûye endazyara elektrîkê, li avahiyeke ku piranî karkerên kurd lê dixebitin de dest bi kar kiriye. Birê wê li bajarên kurdan di Artêşa Tirk de leşkeriyê dike. Li aliyê din li gundekî Mûşê ji malbateke welatparêz, keçeke kurd a 8 salî bi zorê li dibistanên tirkî pê didin xwendin û hînkirin. Fîlm bi ser çîroka her du keçikan re bala xwe dide ser pirsgirêka kurd. Di pêşveçûna film de çîroka her du keçikan dikeve nava hev, aliyê dilsotîner a pirsgirêka kurd radixe ber çavên temaşevanan. Fîlm neynikê dide ber mirovan. Bi wan pirsan dide pirsîn. Em nota fîlmê ku niha ketiye vîzyonê temaşekirina hêq dike li vir lê dikin û derbasî gotûbêja me bi derhêner Karahan re kir dibin.
'Ez rastiya vedibêjim'
Ferih Karahan di 4'ê avrêla1983'yan de li gundekî Mûşê hatiye dinê. Di sala 2006'an de Zanîngeha Marmarayê xwendiye û piştî zanîngehê kurtedemekê li înşaetan endazyarî kiriye. Ev kar û gundê jê derketiye, çîrokên li gund, pirsgirêka kurd ku ew jî parçeyek ji wê ye, rê daye ber ku vî fîlmî bikişîne. Karahan ku heta niha gelek fîlmên reklaman kişandiye, bi kurtefîlmên xwe xelat girtiye, di fîlmê "Press" (Sedat Yilmaz) de jî cîgiriya derhêner kiriye. Derhêner Karahan wisa dibêje: "Gere tuyê pirsgirêka kurd, ya tirk bi rastiya xwe vebêjî. Min jî di vî fîlmî de rastî vegotin. Piştî zanîngehê ez demekê di çêkirina avahiyan de xebitîm. Min dît kurd li van karan de çiqas dieciqin. Li wir min têkiliya çêkirin-xerckirinê dît ku di çi astî de ye. Kurd di karên herî xirab û zor de dixebitin. Niha hêdî hêdî di karên baş de dixebitin."
Derhêner Karahan dibêje "Min got ez qala du çîrokan bikim, du çîrokên ku dikevin nava hev. Mirov qala çîrokên wisa bike, bi van çîrokan pirsan bixe serê mirovan dê pirsgirêk çareser bibe. Ez wisa fikirîm. Ez rûniştim min dest bi nivîsandina çîrokê kir."
Gelek kes barên giran li fîlman dikin. Lê li gor Karahan bi fîlman şoreş nikare bê çêkirin, tenê fîlm nikarin ji bo guhartina civakê kedê bidin. Ew gotinên xwe wisa didomîne: "Gere mirov fêm bikin ku çi hat serê mirovan, çi hati jiyîn. Piştî vê yekê mirov bi bîra xwe, bi awayekî azad bila bijîn. Aştîçêkirina di navbera mirovan de bi fêmkirina tiştên hatine jiyîn dibe. Li Tirkiyeyê fîlm ji bo guhertina civakê naxebitin. Fîlm, çapemenî, çapemeniya civakî, ev mekanîzma wisa naxebite. Me dît di çapemeniya civakî de çi tofan rabû, lê di heman demê de me dît ku tu encam li ser hilbijartinê nekir... Yanê çapemeniya civakî û jiyana rojane ya rastîn ji hev cuda ne. Min di fîlmê xwe de rastiya jiyana rojane, du çîrokên ji vê jiyanê vegotin."
'Mirov bixwazin dê bigirin, ne bi zorê'
Karahan dibêje ku Komara Tirkiyeyê di destpêka avakirina xwe de ji jor de zor li mirovan kir ku bi guherîin, bi zorê kir ku tiştinan bixe serê mirovan û wisa didomîne: "Bi vî awayî nabe. Tuyê pêşkêş bikî, eleqeya mirovan hebe dê bigirin. Ez di fîlmê xwe de çîrokên pêşkêş dikim. Ez pirsê didim pirskirin. Ev kar bi pirs pirskirinê dibe. Tuyê pirsê bixî serê mirovan, dê binêre, lê bigere, bigihîje encamekê."
Di van salên dawî de kurd gelek fîlman, belgefîlman dikişînin. Bi gotineke din sînemaya kurd di ezmûnekê de ye. Karahan li ser vê meseleyê dibêje "Hê em nikarin qala sînemayeke kurd bikin" û van gotinan lê zêde dike: "Di nav 10 salan de dê diyar bibe ku sînemaya kurd li ku derê ye."
'Min fîlmekî hêjayî nirxandinê kişand'
Em pirsa "Mirov çima bên li filmê te temaşe bikin?" dikin, ew wisa dibersivîne: "Bi ya min ji ber du sedeman divê bên temaşe bikin. Yek: Li Tirkiyeyê pirsgirêkek ku bandorê li her kesî û her tiştî dike heye. 20 mîlyon kes xwe wekî parçeyeke vî welatî nabînin. Li nav Tirkiyeyê li her du aliyan tirsek heye. Bi ya min ji bo vê pirsgirêkê min bi vî fîlmîn pirs kiriye serê mirovan. Ji ber ku bi baweriya min çareserî bi vî awayî dibe. Ya duyem, zimanekî sînemayî, vesazkirineke vî fîlmî, dîsa sedî sed nebe jî şêwazeke vî fîlmî heye. Ez nabêjim min fîlmekî gelekî baş çêkiriye, ez dibêjim min fîlmekî hêjayî nirxandin û temaşekirinê çêkiriye. Ji ber van yekan ev fîlm temaşekirinê heq dike."
Kunye
Derbûyîna ji bihuştê
Senaryo/Derhêner: Ferit Karahan
Derhênerê Dîmenê: Cemil Kizildaf
Vesazkirin: Marco Spolettini, Osman Bayraktaroglu, Umut Sakallioglu
Muzîk: Daniele Sepe
Derhênera Hunerê: Hulya Karadaş
Lîstikvan: Ezgi Asaroglu, Rojin Tekin, Julide Kural, Mirza Metin, Aziz Çapkurt, Gulistan Acet, Bunyamin Kavrut, Alan Ciwan
Sala Kişandinê: 2013
Ziman: Kurdî, Tirkî
Salonên ku fîlm lê tê nîşandayîn:
STENBOL
Beyoğlu Majestik
Kadikoy Kadikoy
Bakırköy C.Maximum (Marmara Forum)
Nişantaşı City Life (City's)
Suadiye Movieplex
Kartal Vizyon
Sarıgazi Movie Gold
AMED
N-City Avşar
Prestige (Ninova)
ENQERE
C.Maximum (Gordion)
Cinemarine (Taurus)
Prestige (Nata&Vega)
BURSA
Bursa kent meydanı
ENTAB
Prestige (Prime mall)
Şirnex: OZONUR
Wan: Emek
Meletî: Park Avşar
Agirî: Cinegolds
Mûş: Sineport
Eeden: Optimum Avşar
Batman: Cinemall (Batman Park)
Mêrdîn: Cinemall (Mova Park)
Qers: Şehir Sinemasi



