TIL TEMIR
Saziya Zanist û Ramanê a bajarê Til Temir 4’emîn dewreya perwerdeyê ya bi navê “Şehîd Salih Bavê Welat” bi dawî kir.
Saziya Zanist û Ramana Azad a bajarê Til Temir 4’emîn dewreya perwerdeyê bi navê “Şehîd Salih Bavê Welat” ku beriya 10 rojan ji 17 endamên Saziya Civaka Sivîl û komînan re dest pê kiribû, îro bi merasîmekê bi dawî kir.
Di perwerdeyê de şagirtan waneyên wekî “girîngiya perwerdeyê, netewa demokratîk, dîroka Kurdistanê, rêveberiya xweser, şaristanî, dîroka sîstema Sûriyayê li ser Rojava, çand û exlaq, dîroka jinên azad û erka xweparastinê” birin.
Di merasîma bikirina dewreyê de şagirtan derbarê encamgirtina perwerdeyê axivîn, rexne û rexnedayîna xwe dan û soz dan ku ew waneyên di perwerdeyê de dîtine bi awayekî piratîk di jiyanê de pêk bînin.