Diyarname
Kovara Zendê bi hejmara xwe ya nû, ya bi hejmara 22'yan li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Zend sê mehan carekê ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê weşandin. Kovarê endamên desteya rêveberiya xwe firehtir kiriye û li ser naveroka kovarê hin biryar girtine. Her wiha li ser serdema weşanê jî biryar girtine ku ji niha û pêde heta demekê kovarê ne sê mehan carekê, şeş mehan carekê din. Dîsa biryar girtine ku kovar bibe pirzaravayî û bi taybetî jî rêjeya nivîsên bi kirmanckî zêdetir bibe.
Di hejmara nû ya kovarê de devok û zaravayên kurdî wekî dosya hatiye amadekirin. Ev dosya bi keda Umîd Demîrhan amade bûye. Ji bilî vê dosyaya ku ji çar nivîsên bi sernavên “Şêxbizeyniyên Haymanayê û Zarê Wan (M. Salih Batirhan)”, “Lêkolîneke Kurt Li Ser Rêzimana Zaravayê Kelhûrî (H. Belede- U. Demîrhan)”, “Rêzmanî Lekî Berawirdkirdinî legel zarawekanî soranî, kelhurî û kurmancî (Areş Emcedî)”, “Taybetmendiyên Devoka Zaxoyî (H. Mihemed)”, gelek nivîsên li ser mijarê cur bi cur di vê hejmarê de cih digirin.
Şemoyê Memê di vê hejmarê de îcar mijara Destana Rostemê Zal hildaye dest û çîrok û serpêhatiyên Rostemê Zal ên di zargotina kurdî de, bi çîrok û serpêhatiyên ku di pirtûka Fîrdewsî ya bi navê Şahnameyê de cih digirin, hevrû kirine.
Memê Mala Hene di vê hejmarê de balê dikêşe ser “Pêşketina Fenomenolojiya Wextê”, li gorî bîr û ramana fîlozofên navdar vê mijarê dinirxîne. Zana Farqînî di vê hejmarê de “Tevliheviya di warê “Kişana Dema Borî ya Têdeyî û ya Dûdar de” ji lêkolîna xwe re kiriye mijar. Î. Seydo Aydogan jî di bin sernavê “Kompleksa Serdestiyê û Hebûn û Nebûna Kurdistanê” de kompleksa rayedarên dewleta tirk û têkiliya kurdan û tirkan hildaye dest. Ji bilî van nivîsan Netîce Altun deriyekî nû li zimanzaniya kurdî vekiriye û mijara “Ziman û Mêjî” kiriye warê lêkolînê û di vî warî de agahiyên balkêş pêşkêşî xwînerên kovarê dike. Di vê mejarê de tekane nivîsa der barê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de ji hêla Samî TAN ve hatiye nivîsandin. Tan, têkoşîna parastina pêşvebirina zimanê kurdî bi daneyên ku ji qadê berhev kirine, dinirxîne.
Her wiha Mesut Umar bi nêrîna derûnînasekî bala xwe daye mijara “şîn”ê, Alî Huseîn Kerîm mijara “Etîmolojiya Navên Organên Laş” hildaye dest. Di vê hejmara kovarê de tekane nivîsa têkildarî wêje û çandê ji hêla Nûhat Deştî ve hatiye nivîsandin. Deştî, Dengbêj Huseynê Mûşî bi straneke wî ya qerfî bi me dide nasîn. Serdar Balci jî bi nivîsa “Peyvên Têkildarî Zanistê” û Berzo Berbeyan bi nivîseke der barê pirtûkek mîsyonerê amerîkî Fossum a bi navê Practical Kurdî ya di sala 1919’an dibin mêvanê vê hejmara Zendê. Di kovarê te tekane nivîsa bi zaravayê kirmancî ji hêla Serîn Çîçek ve hatiye nivîsandin. Çîçek di vê nivîsê de mijara qertafên “-î” û “-an” hildane dest.
JI BO XWESTINÊ:
TEL: 0212 621 82 00/37


