Diyarname
Meclisa Tirkiyeyê careke din operasyona ji bo derveyî sînorên Tirkiyeyê qebûl kir.
Li meclisa Tirkiyeyê roja 5'ê mehê ji bo careke din qebûlkirina tezkereya dersînor danişîneke pêk hat. Di danişînê de BDP'ê li dijî dirêjkirina dema tezkereyê derket û di dengdanê de jî dengê na bikar anî. Lê bi dengên AKP, CHP û MHP'ê daxwaza dirêjkirina teskereya operasyona dersînor hat erêkirin.
Bi vê re saleke din jî Artêşa Tirk çawa bixwaze dê li derveyî Tirkiyeyê operasyonê pêk bîne.