Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ku nivîskar Hemîd Dilbihar bê berdan.
Li ser girtina nivîskar Hemîd Dilbihar Enstîtuya Kurdî ya Amedê jî daxuyaniyeke nivîsîkî weşandû ji rayedarên dewletê xwest ku zûtirîn demê de Hemîd Dilbihar serbest berdin.
Enstîtuyê di daxuyaniya xwe de wisa got: "Di pêvajoyeke ku gelê kurd, bi kal û pîr, mêr û jin û zarokan ve li qadên xwepêşandanan dirûşmên ‘Em perwerdeyê bi zimanê xwe dixwazin’ diqîrin de, li dadgehên ku qaşo cihê heq û hiqûq û dadê ne, bi hinceta ku nivîskarekî kurd di mîtîngê de axiviye bê girtin; li wî welatî mafê mirovan nîn e, mafê axaftinê nîn e, mafê xwederbirînê nîn e! Hemîd Dilbihar nivîskar û helbestvanê kurd e û endamê Komeleya Nivîskarên Kurd e. Ew wekî nivîskarekî dê bîrdozekê biparêze. Dadgeha ku Hemîd Dilbahar bi ‘terorîst’iyê îtham dike, bi biryar û kirinên xwe yên şênber teroristiya herî mezin dike li hemberî merivekî, civakekê û neteweyekê."