Diyarname
Ji Ronaldo heta Messi û Neymar, heta Lîga Şampiyonan, heta Premier Lîgê vane çend nûçeyên derketine pêş.
Ji bo Ronaldo tenê 10 gol man
Lîstikvanê fûtbolê Cristiano Ronaldo di maça duh a Juventus û Dinamo Kiev de gola xwe ya 750'emîn avêt.
Bi vê yekê Ronaldo li temamê dinyayê ket rêza 3'yemîn ku kesê herî zêde gol avêtiye. Bi 759 golan Josef Bican di rêza yekemîn de ye. Piştî wî bi 757 golan Pele tê. Ger Ronaldo 10 golên din biaêje dê her duyan derbas bibe û bibe yekemîn. Wisa diyar e ger seqetiyek çênebe Ronaldo îsal dê vê rekorê berjor bibe ku kesek din nikaribe bişkîne.
Li aliyê din Ronaldo di Lîga Şampiyonan de bi 132 golan di rêza yekemîn de ye.
Ronaldo li van deran gol avêtine: Li Real Mardidê 450, li Manchester United 118, li Tîma Neteweyî ya Portekîzê 102, li Juventusê 75 û li Sporting Lîzbonê jî 5 gol avêtine.
Messi ceza xwar
Hefteya borî di La Lîgayê de lîstikvanê Barselonayê yê arjantînî Lionel Messi piştî gol avêtibû formaya xwe derxistibû û ji bo bîranîna Maradona formaya wî li xwe kiribû. Hakêm bi qerzê zer Messi ceza kiribû. Federasyonê jî 600 Euro ceza li wî birî. Mafê Messi û Barselonayê heye ku îtîrazê bike.
Neymar em mecbûr in ligel Messi bilîzin
Lîstikvanê PSG'ê Neymar piştî maça ligel Manchester Unitedê (MU) axivî û got: "Tiştê ez pir dixwazim ev e dixwazim carek din ligel Messi bilîzim. Dixwaze bila ew li cihê min bilîze. Sala bê divê teqez em bi hev re bilîzin."
Li nav tora civakî nîqaşa Neymar dixwaze Messi here PSG'ê yan ew dixwaze carek din vegere Barselonayê gur bû.
Li aliyê din PSG'ê bi 3-1 MU têk bir.
Tîmên ji Koman Derketine
Di Lîga Şampiyonan de duh maçên koman ên 5'emîn hatin lîstin. Yanê maçek tenê maye maçên koman bi dawqî bibin. Di encamên maçênh 5'an de ji Koma A Bayer Munih, ji Koma C Manachestir City û Porto, Ji Koma D Liverpool, ji Koma E Chelsea û SEvilla, ji Koma F Borissia Dortmund, ji Koma G jî Barselona û Juventus mafê derketina ji koman bi dest xistin. Di maçên koman de her du tîmên bibin yekemîn û duyemîn di Lîga Şampiyonan de rêya xwe didomînin û dikevin nava Dora 16'an. Tîma sêyemîn vedigere Lîga Ewropayê û tîma çaremîn vedigere mala xwe.
Temaşevan hatin stadê
Li Îngilistanê piştî 9 mehan temaşevan girtin stadê. Di maça Lîga Fûtbolê ya Îngilistanê temaşevan jî li stadê bûn. Ji 13'yê adara 2020'an ve temaşevan negirtibûn sehayê. Di maça Luton û Wycombe de hezar kes ji bo temaşekirinê girtin sehayê.
Di Premier Ligê de jî vê hetfeyê dê destûr bidin temaşevanan ku maça West Ham û Manchaster United temaşe bikin. Piştî 9 mehan ev jî dê bibe maça yekem ku temaşevan diçin.