HEWLÊR
Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ewê li Hewlêrê ofîsê vekin.
Li gorî zanyariyên di malpera fermî ya Herêma Federal ya Kurdistanê de, di hevdîtina di navbara Wezîrê Karên Hindir Kerim Sincarî û heyeta YE ya ku li Hewlêrê pêk hatî de hatiye destgirtin. Hat ragihandin ku, di hevdîtinê de hatiye plankirin ku di rojên pêşiya me de YE ofîsekê li Hewlêrê veke.
Her wiha di hevdîtinê de, di mijarên mafên mirovan ya ku YE dixwaze, tundûtîjiya li ser jinê û parastina zarokan de, hevgirtina Wezîrê Karên Hindir û Ewlekariyê de hatiye destgirtin. Wezîrê Karên Hindur Sincarî da diyar kir ku ewê her cure arîkariyê bidin dewre û qursên ku YE dixwaze vebike.
Ji ANF'ê hatiye girtin