Diyarname
Yek ji hunermendên kurd jî Çopî Fetah e. Çopî Fetah daxuyaniyeke weşand û got ku ew nahêle TRT 6 klîbên wê biweşîne.
Çopî wisa got: "Ev kanal digel ku bi kurdî weşanê dike jî ne kanaleke kurdan e, kanalek girêdayî hikumeta tirk e ^uweşanê dike. Di vê kanalê de bi şev û roj bi kurdî weşanê dike lê hikumet zimanê me qedexe dike. Li bakurê Kurdistanê mirovên me di bin zordariyê de ne û di bin zilmê de ne, nikarin zimanê xwe serbest bikar bînin. Ji ber van yekan hemûyan ezê destûr nedim TRT 6 klîbên min biweşîne."
Em jî ji bo piştgiriya Çopî Fetah yek ji klîbên wê, klîba "Heyran" dikin klîba hefteye û pêşkêşî we dikin.
Û kurteagahiyek li ser wê: Çopî Fetah ji Kerkûkê ye û di sala 1983'yan de hatiye dinê. Heta niha du albumên wê "Çît naw binêm= çi navî bû te helbijêrim" (2003) û "Nawit denêm jîno= dê navê te kim jîno" (2007) derketine.
Fermo: