Diyarname
Pirtûka nivîskar Khaled Hosseini ku li dinyayê di warê firotinê de rekor şikand, dîsa wekî 'Pirtûka Salê' hat hilbijartin.
Pirtûka "Kite Runner" a Khaled Hosseini li seranserê dinyayê rekora firotinê şikand ku li Tirkiyeyê jî bi navê "Uçurtma Avcisi" ji bo tirkî hate wergerandin û li Tirkiyeyê jî di nav pirtûkên ku zêde tê firotin de cih girt. Pirtûk ev du sal bûn ku li Ewropayê wekî "Pirtûka Salê" dihat hilbijartin îsal dîsa bû "Pirtûka Salê" û bû sê car ser hev de bi vê pênasê tê hilbijartin. Bi vî awayî ev dibe yekem roman ku wekî Pirtûka Salê tê hilbijartin.
Li Ewropayê zêdeyî 100 komên xwendinê hilbijartina "Pirtûka Salê" pêk tînin. Di dawiya hilbijartinê de di rêza duyem de dîsa pirtûkeke Khaled Hosseini bi navê "A Thousand Splendid Suns" cih girt. Ev pirtûk jî li Tirkiyeyê bi navê "Bir muhteşem guneş" li tirkî hatibû wergerandin.
Mijara pirtûka "Kite Runner":
Emîr û Hesen digel ku ji aliyê heman dayika ku li wan mêze kiriye ve hatine xwedîkirin û mezinkirin jî ew her du ji hev gelek cihê ne. Emîr kurê dewlemend û navderekî mezin e, lê Hesen kurê xizmetkarê wî ye. Bi ser de jî Hesen endamê kêmneteweya Hazaran e ku ji wan nayê hezkirin.
Zarok digel tiştên li dora wan dibin, jiyan û qedera wan, trajediya dinê ya li der û dora wan jî nîşan didin. Di dema dagirkirina Sovyetê ya Afganistanê de Emîr û bavê xwe welat terk dikin û diçin Calîforniyayê. Bi vî awayî Emîr difikire ku ji paşeroja xwe direve.
Digel her tiştî ew ji bîranînên xwe yên tevî Hesen ku li dû xwe hiştine dûr nakeve. Pirtûk li ser hevaltî, îxadet, bedela sadiqbûnê ye. Di pirtûkê de rewşa bav û kuran, bandora bav û kuran, hezkirin, fedekarî û derewên wan têne dîtin...
Roman di heman demê de paşperdeya dîrokekê, erdên ku xwedî dewlemendiyên mezin in û windabûna van erdan kêlî bi kêlî nîşan dide. Di romanê de dostaniyeke mezin tê dîtin...
Pirtûka "Kite Runner" di heman demê de par wekî fîlm jî hate kişandin. Fîlmê pirtûkê ji aliyê derhêner Marc Forster ve hat kişandin.
Nivîskar Khaled Hosseini di 4'ê adara 1965'an de li Kabîla Afganistanê hatiye dinê. Ew romanûs û psîkîyatrîst e. Hosseini niha wekî hemwelatiyê Amerîkayê li DYA'yê dijî.


