Enqere
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 16'emîn Kongreya xwe de hin xalên nû li rêziknameya xwe kir. ÎHD'ê ev biryar girt: "Hemû cureyên komkujiyê nas dike", "Reda Wijdanî nas dike" û "Perwerdehiya zimanê zikmakî diparêze û nas dike".
16'emin Kongreya Giştî ya ÎHD'ê li salona Sînema ya Yilmaz Guney ya Çankayaya Enqereyê li dar ket. Di kongreyê de hin xalên nû biryar girt û li rêziknameya xwe kir. ÎHD'ê di guhertina rêziknameyê de xala “Komele ji bo kes, zayend û çîn, civak û gelên ku mafê wan tê binpêkirin ji bo parastina mafên wan têkoşînê dide. Li mafê parastin û têkoşîna li dijî zilm û tundiyê diparêze" zêde kir.
ÎHD'ê bi guhertina rêziknameyê hêjmara endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ji 17 kesan derxist 35 kesan. ÎHD'ê di xala 2'emîn a armanc û rêgezên komeleyê de jî guhertin pêk anîn. Komeleyê di rêziknameyê de anî ziman ku dê komele bi sûcên nefretê re têkoşînê bimeşîne. Di beşa "Armanc û rêgezên komeleyê" de jî "Parastina Reda Wîcdanî" zêde kir û ev yek wekî “Reda Wîjdanî, azadiya bawerî û fikrê mafekî miroven e û nayê destdayîn" lê zêde kir.
'MAFÊ ZIMANÊ ZIKMAKÎ DIPARÊZE'
Komeleyê di rêziknameyê de xala "Perwerdeya zimanê zikmakî diparêze û nas dike" û “Komele mafê hiqûqa mirovan diparêze. Li her derê û her demê li dijî komkujiyê derdikeve û komkujiyê red dike" zêde kir.
ŞAXÊN NÛ VEDIKE
Hin biryarên ku hatin pêşniyar kirin û hatin qebûlkirin jî bi vî rengî bûn:
- Ji bo li ser gorên tomerî lêkolîn bê kirin û ligel malbatan di vî warî de xebat bê kirin divê weqfek bê avakirin û ev wekî navend ji Amedê bixebite. Ev pêşniyar bi dengê delegeyan hat qebûlkirin.
- Pêşniyara şaxên ÎHD'ê li Erzerom, Konya, Şirnex, Bedlîs, Agirî û Culemêrgê bêne vekirin hate pebûlkirin û di heman demê de biryar hat girtin ku li Dêrsimê jî nûnergeh bê vekirin.
- Ji bo serokatî du serdeman bi ser hev de bê kirin biryar hate girtin.
Di dawiya kongreyê de ji bo 35 esil û 18 jî endamên Lijneya Rêveberiya Navendî deng dan pêk hat. Ev kes ji bo lîsteya esil hatin hilbijantir: Ozturk Turkdogan, Husnu ondul, Emirali Turkmen, Feray Salman, Ayhan Bilgen, Aydin Erdogan, Sevim Salihoglu, Selma Gungor, Hasan Anlar, İsmail Boyraz, Hasan Erdogan, Osman İşçi, Volkan Gorendag, Emrah Şeyhanlioglu, Huseyin Kuçukbalaban, Leyla Karayay, Nedim Durmuş, Meral Çildir, Hulisi Zeybel, Lutfu Demirkapi, Necla Şengul, Mustafa Rollas, Raci Bilici, Muharrem Erbey, Serdar Çelebi, Gençaga Karafazli, Osman Suzen, Hatice Can, Bediha ozgokçe Ertan, Şevket Akdemir, Tugay Bek, İlyas Kara, Ali Tanriverdi, İsmail Akbulut, Erdal Kuzu.
Her wiha Ragip Zarakolu, Yusuf Alataş, Eren Keskin, Mehmet Vural û Reyhan Yalçindag Baydemir ji bo Lijneya Rêveberiya Rûmetê; Ali Mutlu, Murat Oral û M.Nafiz Koç ji bo endamtiya Lijneya Navendî ya Raçavkirina hatin hilbijartin.
Her wiha piştî kongreyê dê 35 kesên ji bo Lijneya Rêveberiya Navendî hatine hilbijartin li hev bicivin û ji nava xwe kesek ji bo Serokatiya Giştî û cîgiran hilbijêrin.


