EFRÎN
Ajansa Nûçeyan a Firanê wêneyê dîwarê şermê yê dewleta Tirkiyeyê yê di navbera Efrîn û Kîlîsê de lê dike, kişand.
Dîwarê di navbera gundê Dîkmetaş ê ser bi bajarokê Şera yê Efrînê û gundên Tahtali û Dogan ên ser bi Kîlîsê ve tê lêkirin. Niha dîwar ji qereqola Şîmşekê û pê ve bi qasî kîlometreyekê hatiye lêkirin.
Li Nisêbînê êrîşê gel hate kirin
Di vê navberê de îro li Nisêbînê gel li hemberî dîwarê şermê meşek li dar xist. Ligel êrîşa TOMA ya polîsên dewleta Tirkiyeyê jî gel heta ber dîwar meşiya. Li aliyê din, li Binxetê jî gel ber bi dîwar ve meşiya.
Wêne: Seyît Evran / ANF