logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Hecîyê Cindî 100 salî ye

Her ku ez pênûsê digirim destê xwe û dixwazim gotarekê ser jiyan û kar û barê Hecîyê Cindî binivîsim tirsê min digire.

  • Dîrok: 21/06/2008
  • Beş: Serbest

Wezîre Eşo     

      
Her carekê, gava ez ji nû ve pênûsê digirim destê xwe û dixwazim gotarekê ser jiyan û kar û barê wî mezinê me – Hecîyê Cindî bi cî bînim – tirs û xofek li min digire. Sebebê vê yekê yê bingehîn ew e, rastir femandina wê yekê ye, ku ne mimkûne mirov di gotareke rojnameyê, yan jî kovarê de, her çiqasî jî ew berfireh be, temamiya kar û barê wî raxe ber çavan û bi ser de jî bi hêjatî binirxîne. Lê çi jî hebe, ezê hewl bidim xwe, ku di vê gotara xwe de, çiqasî ew tiştê bûyînê be, bi kurtayî û bi hev de û bi xetên giştî kar û barê wî ronakbîrê gelê meyî xudanê keda mezin raxim ber çevên xwendewanên îroyîn. Ew zanyarê yê mezin ku sed  sal berê di mala gundîkî nexwendî û rêncber da, li gundekî ji dinyayê qutbûyî hate dinê, lê gava gihîşt û destê wî qelemê girt cihan ne ku bi tenê bi xwe û wê malbatê hesand, lê bi ser da jî bi canda gelê xwe ya rihî û bi teyîbetî bi zargotina kurdî da hesandin.
Ez hêvîdarim ku ev gotara min wê bibe wekî pêşkilam, pirolojeke wê kitêba min, ya lêkolîna ya ser berhemên Hecîyê Cindî û her wiha ya  beşeke bîranînên min yên ser wî, ku min merem daniye dûyerojê da nivîsandin û weşandina wan bi cî bînim.
Zargotinberevkar û zargotinzan, zaneyê edebiyata nivîskî, pirosayîs û helbestvan, diramatûrg, rojnameger, wergêr, pêdagoj (mamoste), bi ser de jî karkirê civakî. Van hemûyan mirov ji bo mamosteyê mezin Hecîyê Cindî dikare bibêje.
Hecîyê Cindî Cewarî di 18’ê adara 1908’an de li gundê Emençayîra Dîgora Qersê ji dayîka xwe bûye.
Dawiya Şerê Cîhanî yê Yekemîn (sala 1918’an), gava artêşên Tirkiyayê êrîşê tînin ser herêma Qersê, ku beriya hingê Qers nava sînorê Împaratoriya Rûsyayê de bû û bi pêra jî bi ser komara Ermenistanê, ku bihara sala 1918’an ser erdê Ermenistana îroyîn û   Herêma Qersê bi pê re wekî dewleteke serbixwe çê bûbû, kurdên êzdî yên 16 gundên navçeya Dîgorê cîhil dibin ji ber tirsa bi cîhatina zor û zilma Roma Reş. Vê rewşa giran zor da Hecîyê tifal, wî dê û bavê xwe winda kir û ji ber vê yekê jî ew xistin sêwîxanên Qersê, pişt  re Gumriyê. Piştî derketina ji sêwîxanê ew dibe xwendekarê Xwendinxana  bajarê Gumrîyê ya pêdagojiyê. Lê gava wê temam dike, di salên 1929-1930’î de dibistana gundekî kurdan ê Qundaxsazêda (niha Rya teze) mamostatiyê dike.Paşê ew ji bo Fakulteya (beşa) Fîlolojiyê ya Zanîngeha Yêrêvanê tê qebûl kirin û di sala 1933’yan de wê temam dike. Pişt re Hecîyê Cindî di enstîtuya tarîxa çanda madî de dest bi karê amadakirina têza doktoriyê dike.

Hecîyê Cindî tê grtin
Gava sala 1937’an de pir kesên welêt bi motîvên polîtîkî davêje hebisxaneyan, pişt re nefî (sirgûn), yanê jî gule dike – Hecîyê Cindî ji ber vê zor û zilmê nafitile. Wî sala 1938’an de bi ronakbîrên kurd Cerdoyê Gênco û Ahmedê Mîrazî re davêjin zindanê û ew di wir de bi qasî salekê tê zêrandin û îşkencekirinê.
Sûcê wî û Cerdoyê Gênco yê herî giran wê yekê dihesibînin, ku ew bi Celadet Bedirxan re hatibûn girêdanê, yê ku li Sûriyayê û Libananê serokatî li partiya kurdî ya Xoybûnê dikir. Lê Sovyet jî ji wê partiyayê aciz bû, ber ku dihesivand, ku ew dijminên  wê- Daşnakên ermeniya û emperyalîstên înglîz re hevkariyê dike. Lê gava Hecîyê Cindî li ber îşkencên herî giran jî naşkê û nikarin sûcê karkirina wî ya li dijî Yekîtiya Sovyetê îsbat bikin, wî azad dikin.
Salên 1936- 1959’an de Hecîyê Cindî karê xwe yê lêkolînên zaniyariyê di enstîtuya zimên û lîteraturê de (edebyetê) ya Akademiya  Ermenistanê ya Zanyariyê de berdewan dike. Sala 1959’an, gava di nava goveka wê Akademiyayê de beşa kurdzaniyê wekî ya Sêktora Rojhilatzaniyê (pişt ra ew sêktor bû enstîtu) vedibe – Hecîyê Cindî dibe serokê wê beşê yê yekemîn, bingehdar, hetanî sala 1967’an. Lê di vê beşê de wekî karkirê zanyarî yê sereke ew xebata xwe ya lêkolîneriyê berdewan dike hetanî dawiya jiyana xwe ya sala 1990’ î li Yêrêwanê. Bi daxwaza wî ew li gundekî navça Aragasê yê Sîpanê (berê-Pampa kurda) binax kirin.
Ji rojên danîna bingeha edebiyet û çanda kurdî yên yekemîn de li Ermenistanê Hecîyê Cindî bi heyacan di warê perwerdekirina zimanê kurdî û her wiha pêşvebirina edebiyat û çanda kurdî de kar dike. Ew salên 30’î dibe mamostekî Xwendinxana Kurdî ya Pêdagojiyê li Yêrêvanê, endemê kolêgiya redaksiyon ya rojnama kurdî ya Rya teze, lê di salên 1955-1957’an de –cigîrê berpirsiyarê wê rojnamê. Salên 50’î dîsa dibe mamostekî beşa kurdî ya Xwendinxana Ermenî ya Pêdagojiyê. Lê di salên 60’î û 70’yî de mamostetiyê dike di beşa kurdzaniyê de ya fakulteya Zanîngeha Yêrêvanê ya Rojhilatzaniyê wekî mamostê ziman, lîteratur û zargotina kurdî.
Hecîyê Cindî ser binaxa tiranskrîpsiya Alfebeya Kirîlî (rûsî)  sala 1944’an (ev yek bi daxwaza dewleta Sovyetê bû) Alfebakê kurdî ya nû amade kir.
Hecîyê Cindî bi giranî deng daye wekî kurdzan, bi taybetî wekî zargotinvan, edebyetzan, nivîskar .

Berhemên giranbuha dinivîse
Hê di sala 1940’î de wî bi têma “Beyt-serhatiya kurdî ya “Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî” têza xwe ya berendamtiya (kandîdatiya) zanyariyê bi cî anî û bû berendamê zanînên fîlolojiyê. Bi vê yekê Hecîyê Cindî bû zaniyarê kurdî ê yekemîn temamiya Sovyetê de di warê kurdzaniyê de. Di sala 1964’an de ji ber keda mezin di nava kurdzaniyê de bê parastina têzê bi awayê konkirêt, fermî (ew yek li Sovyetistanê degime çê dibû) navê doktorê zanînên fîlolojiyê û pişt re jî yê profesoriyê  danîn ser wî.
Hecîyê Cindî bi dehan antolojiya, berevokên hemû janrên zargotina kurdî bi pêşgotinên xwe yên lêkolîneriyê-zaniyariyê yên kûr û bi naverok dagirtî, bi têkstolojiya folkiloriyê piştî bergirtina ji her zarê zarbêjan dane weşandinê û di nava wan da bi zimanê berhemên zargotinê yê eslî yê kurdî û wergera ser ermenkî hene.
Bûyareke kifş nava kurdzaniya Sovyetê de bi giştî û nava zargotinê de bi taybetî tê hesibandinê çapbûna berhevoka “Mesele û xeberokên cimeta kurd” e di sala 1985’an, ku Hecîyê Cindî ew ji nava gel berhev kirine û bi pêşgotin û pê nasînan dane weşandin. Ew berevok ji bêtirî 800 rûpêlan pêk hatiye.
Zanyarê kurdî welatparêz ew barxana zargotina gelê xwe hemû bi destan, bi qelemê ji ber zarê zarbêjan girtiye û ser kaxez mor kiriye. Wî zemanî da kolektîva înstîtuyeke zanyariyê ya tam û temam belkî nikaribûya ev karê mezin bi cih baniya.
Hecîyê Cindî lêkolîneke kûr û belkêş li ser binaxa zargotina kurdî bi cî aniye û ew bi sernavê “Dîharbûna dostaniya gelên ermenî û kurd nava zargotinê da” bi zimanê ermenkî sala 1965’an de daye weşandin.
Keda Hecîyê Cindî di ware amadekirina kitêbên perwerdekirinê, fêrkirinê da jî yên ziman û edebiyeta kurdî gelek e. Wî ew kitêb ji despêka salên 30’î amade kirine, lê yên ji bo sinifên yekemîn û sêyemîn – hetanî dawiya jiyana xwe. “Elîfba” Hecîyê Cindî ji bo zarokên kurdan deh caran û her carekê bi werguhastinên pêwîst ve di nava zemanê bêtirî nîv sedsaliyê de hatiye weşandinê.

Romana wî ya herî baş ‘Hewar’ derdikeve
Hecîyê Cindî dihesibe wekî bingehdarekî edebiyeta kurdî li Ermenistanê û Yekîtiya Sovyetê ya berê. Wekî endamê Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê, wekî endamê Serokatî, rêvebiriya wê yekîtiyê bi temamî yê pir salan, ewî ji sala 1930’î hetanî ya 1966’an serokatî li sêksiyon, beşa nivîskarên kurd kiriye nava goveka wê yekîtiyê da.
Berhemên Hecîyê Cindî yên edebiyeta bedew ên bi şiklê helbestan, destanan û novêlan (çîrokan) bawer bikî di hemû berevok, antolojiyayên nivîskarên kurd da hatine bi cîkirinê û weşandinê ji despêka salên 30’î sedsala 20’î de. Ewî sala 1947’an novel, kurteçîrokên xwe bi kitêbeke cuda bi sernavê “Siba teze” da weşandin. Sertaca berhemên Hecîyê Cindî yên edebiyeta bedew tê hesibandin, romana wî “Hewarî” ye ku di sala 1967’an de li Yêrêvanê hate weşandin.
Gelek berhemên Hecîyê Cindî hatine wergerandinê ser zimanên gelên Yekîtiya Sovyetê ya berê û bi tayîbetî yên rûsî û ermenkî. Romana wî ya “Hewarî” bi sernavê “Û bahar hat” bi wergera ser zimanên rûsî û ermenî li Moskovayê û Yêrêvanê hatiye çapkirinê. Lê bi destê ronakbîr, zaniyarê kurd yê bi nav Îsmayîl Hessaf “Hewarî” hatiye wergerandin ser zimanê erebî û li Damişqê hatiye weşandinê.
Hecîyê Cindî şano û şanogiriya kurdî jî bîr nedikir. Hê di sala 1932’yan da piyêsa wî ya bi sernavê “Qutiya dû-dermanan” hate weşandin, lê piyêsa bi sernavê “Miraz” ser sehna Têatira Elegezê ya kurdî ya dewletê hat nîşandan.
Hecîyê Cindî bi veçêkirina nimûnên zargotina kurdî ve jî  mijûl bûye. Bi veçêkirina wî bi zimanê ermenkî ev kitêb hatine çap kirinê: “Çîrokên kurdî” (1949), beyt-serhatiyên kurdî (1960), “Karxezal” (1982), “Bahar” bi zimanê kurdî (1988)...
Hecîyê Cindî di warê wergerandina berhemên edebiyeta bedew ji zimanên biyanî ser kurdî kedeke hêja daye. Bi wergerên wî pir berhemên helbestvan û nivîskarên ermenî, bi giranî yên ser jiyana kurdan, bûne mal û milkê xwendewanên kurd. Wî gelek berhemên nivîskarên cîhanê yên mezin û navdar jî wergerandine ser kurdî.
Keda Hecîyê Cindî di ware pêşvebirina kurdzaniyê û edebiyata kurdî de bi hêjatî hatiye nirxandin û şêkirandinê. Sala 1974-a hukumeta Ermenistanê navê Karkirê zaniyariyê yê Emekdar yê bilind da ser wî. Ew bi rûmetname, bi ordên û mêdalên dewletê ve hatiye pêşkêşkirinê. Lê navê herî hêja û tam gorî keda wî doktor Çerkezê Reş danîye ser wî: “Bavê Zargotina Kurdî”.

Wî her alîkaiya mirovan dikir
Ji bo rast, bi temamî û bi giştî nirxandina kar û barê Hecîyê Cindî wekî ronakbîrekî kurd yê yekemîn li Ermenistanê û Yekîtiya Sovyetê ya berê em dikarin wisa jî bêjin: Wî ji ber kêmaniya jimara kadroyên kurd destpêka hilberîn, di şoreşa çanda kurdî de li Ermenistanê ne ku bi tenê ew kar û bar di warê perwerde, edebiyat û çanda kurdî de bi cî danîn, di nava kîjan da ew pispor, spêsiyalîst bû, lê ew hemû kar û barên wan waran jî yên ku hewcê û benda hêlkirinê, çarêserkirinê bûn. Lê ji ber ku ew ronakbîrekî xudanê kemal, talanta mezin û êrûdîsiya, hereketê bê sînor bû – nava zemanekî kin da di van hemû waran da bû pispor. Û ji ber vê yekê bû, ku hê di despêka salên 30’î de di rojnama Rya Teze de Hecîyê Cindî bi nav kirin wekî mezmezkê pişta canda kurdî. Ev jî şûna xwe de. Ya herî belkêş û mûhîm ew e, ku vê nirxandinê hêz û rastiya xwe pir salan pişt re jî winda nekir, gava artêşeke ronakbîrên kurd ya giran li Ermenestanê hev girt, çê bû.
Her wiha mêvan ji mala Hecîyê Cindî xalî nedibûn: Wî gelek alikariya mirovan dikir. Wî di ware hikumetê de jî alîkariya mirovan dikir, ji bo wan serî li hikumetê dida. Her wiha gelek keç û kurên kurd jî bi alîkariya wî di zanîngeh û enstîtuyên bilind de hatin qebûlkinin jib o xwendinê.
Bilî alîkariya di warê amadekirina kitêbên wî de wekî serastkira tîpan (korrêktor) ji bo çapxana, ku wî zemanê berê da karekî pir giran û bi zehmet bû, xem û xerêqa qebûlkirin û verêkirina wan hemû mêvanan jî bi giranî ser milê hogira wî ya jiyanê –kulfeta wî Zeyineva Îvo bû. Ewê bi ser da jî pênc keç bi mêre xwe re tevayî mezin kirin û dane ber xwendinê, ji wan didu bûn doktorên zanînên doxtiriyê û hunermendiyê, lê hersêyên din pêşekzan û mamosteyên navdar. Lê ya herî mûhîm ne ku bi tenê bi zar û zimanê xwe ve, lê bi rihê xwe ve nava dor û berên biyaniyan de ne ku bi tenê kurd man, lê bi ser de jî bûn kurdên welatparêz. Wan her pênc keçan jî sirya xwe de bingeha malbatên esil kurdî danîn bi malxwên mala xwe yên kurdên milet perwer ve û bi ser da jî yên ronakbîr, zanyarên bi nav û deng va.
 

 

Hin berhemên Hecîyê Cindî

- Folkilora kurmanca (tevî Emînê Evdal, 1936)
- Kilamên kurdî yên gelerî (tevî kompozîtor Karo Zakaryan, 1936)
- Hikyatên kurdî yên gelerî (1940, bi ermenkî)
- Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî (lêkolîn û têkst, 1941, bi kurdî û ermenkî)
- Folklora Kurdî” (1947, bi ermenkî),
- Şaxên êposa Koroxlîyê kurdi (lêkolîn û têkst, 1953, bi ermenkî)
- Memê û Zînê (lêkolîn û têkst, 1956, bi ermenkî)
- Folkilora kurdî (1957),
- Beyt-serhatiyê kurdi (1962, bi wergera ser rûsî ya bi destî nivîskar û zanyarên cuda-cuda, bi amadakirin û pêşgotina Hecîyê Cindî, Moskova),
- Kilamê cimeta kurdaye lîrîkiyê (1975)
- Şaxên êposa “Rostemê Zalê kurdi (tekst û lêkolîn, cilda 1’ê, 1977),
- Şeş cildên  “Hikyatên cimeta kurda”,
- Usiv û Zelixa (lêkolîn û tekst, 2003),
 “Dimdim”, lêkolîn û têkst (Yêrêvan, sala 2005 û Êrbîl, sala 2007),
 “Şaxên êposa “Rostemê zale kurdî”,( cilda nû, ya 2-a, Duhok, sala 2006) û hwd
Li vê tangê pêwişte em bidin kifşkirinê, ku hemû wergerên ji kurdî yên ser ermenkî Hecîyê Cindî bi xwe bi cî anîne.

*** 

Ji hejmara 31'ê ya Tîrojê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

'Jin TV' dengê jinan bilind dike

ad

Careke din Bedirxan Begê

ad

Bi 56 mîlyon dolarî tablo hatin firotin

ad

Mijara "întihal"ê; 130 kesî piştgirî da Elif Şafakê

ad

Fîlmên kurdan dibin mêvanên 'IF İstanbul'ê

ad

BELÊ HELEBÇEYÊ*

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname