logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Careke din Bedirxan Begê

Bedirxan Begê fîgurekî welê yê dîroka Kurdistanê ye, ku ji çê û xirabiyê, ji bi kêr û bê kêr bêhtir, bi awireke paşê hat

  • Dîrok: 03/09/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê


Bedirxan Begê fîgurekî wisa yê dîroka Kurdistanê ye, ku ji çê û xirabiyê, ji bi kêr û bê kêr bêhtir, bi awireke paşê hatî çêkirin a nasyonalîzma kurd, îro jî dibe dabaşa gotarên neteweyî û neteweçêker ên kurdan e. Di nava van gotaran de yên herî belav û cihê xwe girtî, ew in ku kesên ji zuriyeta wî ew çêkirine. Yanî em behsa mîrê Kurdistanê dikin, û ne mîrê Osmanî, em behsa serhildanê dikin, lê ne hewldanên mîrekî metelmayî yê ku Osmaniyan xiyanet pê re kir. Em behsa qurbanekî zilma Osmaniyan, yan jî dewleta Romê dikin û ne behsa qesasê serê Tiyarî û Aşîta.


Heta wisa bûye ku gotarên gelêrî û devkî yên koçeratên binxet û serxet ji hev guherî ne. Yanî vê gotara hanê, ne tenê li xwende û wan kesên li bajêr tesîr kir, wan karî tesîrê li kurmancekî, li endamekî eşîrekê û heta li wan gundî û damaniyan bike ku berê xwedî gotareke gelêrî devkî ya gelekî cihê jî bûn.

Mesela ew dengbêj û şairên Botan, ên ku qîr dikirin van gotinên jêr bi xwe jî êdî lê nedipirsîn, ew kesê vê hewara li zarokan bê rehmê li Mîr dikir kî ye:


Were de yeman yeman, mîrê mi yeman te li mi xelas kir çi cebarî, çi derman

Ey lê te mezin xelas kir hey lê lê wey bavo de li kiçika neke ferman


Ma tenê li wî kesî êdî napirsin, napirsin, ka gelo mîr hingê mîrekî çawa bû? Mîrê kê bû? Ji ber ku gotareke nû serdest şûna van gotarên gelêrî girt, lê ev gotarên gelêrî jî xurt bûn, stratejiya herî hêsan ji bo wan şairan ew bû ku van gotaran bêyî çîroka wan bibêjin, heta ku pêwenda wan pêşî bizûrife, tenik bibe û paşê jî bimire, yanî nemîne. Ji ber wê jî divê ji bo serwextbûna van gotinên jor ên ji wê strana li ser şerê Seîd Begê yê berxwedana li dijî Osmaniyan û Mîralayê wan, mirov berê xwe bide deverên din ên heman herêma çandî û metnan berhev bike, agahiyên din ên li ser şerî peyde bike û wan bide ber hev.

Ji bo rehet fêmkirina vê guhertina gotarê û hêza vê muhendisiya hanê rehetir bê dîtin, em li çend bersivan di nava qalibê vê nivîsikê de bigerin. Yê ku bang li “Mîr” dikir, Seîd Begê ye, Mîrê Kela Ridwan, Mîrê Dasinan, Êzîdiyên çiyayan e. Yên ku êrîş dibin ser kî ne? Ew jî Osmanî ne, sal sala 1838'an e. Sefer a Hafiz Paşa ye û pê re Bedirxan Begê heye, hingê Mîralayê Osmaniyan e. Bi Mehmet û Reşîd Paşa yê Osmaniyan re şêwirmendekî Prûsyayî jî heye, diyar e, bi şîretên wî dikarin topan bibin cihên ku tesîrê li Kela Ridwan bikin. Ev şewirmendê Prûsyayê, wê paşê bibûya yekem Fermandarê Giştî yê Artêşa Almanyaya Bismarckî; navê wî Helmuth von Moltke bû, nameyên wî wê paşê wekî pirtûk bihatana weşandin ku di beşa li ser eskerên Bedirxan Begê de dibêje, “Di vê navê de, ferz bû ku em bêhtir nêzîkiyê bikin (li Kela Seîd Begê), kurd (zilamên Bedirxan Begê) gelekî amade bûn alîkariyê bi min re bikin…”* Gelo qedr û qîmetekî van zilamên Bedirxan Begê ji bo Osmaniyan hebû; dîsa em berê xwe bidin von Moltke: “Di dergehê re kurdekî (ji alaya Bedirxan Begê) da der. Wî rahiştibû birayê xwe yê birîndar. Guleyek di ranên wî re ew qulêrî kiribû. Rehberê wî bi çavên tijî hêstir digot, ev roja 7'an e ku ev zilam vê eziyetê dikişîne. Min jî kir ku sihiyeyê artêşê bê, wî jî ji min re got, gelek carî û bi dengê her bilindbûyî, got, 'Ma ne ev kurdek e', Wekî ji kesekî re bibêje, 'tişta tu dibêjî kelevajî ye'.”

Arşîvên Osmaniyan jî bi gelek belgeyan nîşan didin ka Bedirxan Begê di şerê li dijî Seîd Begê, Kurdên Xerza û gelekên din de çiqasî bi kêrî wan hatiye. Jixwe di qirkirina Tiyariyan (1843) û ya Aşîta (1846'an) de wî xizmeteke gelekî mezin ji Osmaniyan re kir. Erê wî xwe Mîrê Kurdistanê didît, mîrtiyeke ku wê bi xwe ji biraziyê xwe bi neheqî stendî, lê ew Kurdistan ji bo wî ya Osmaniyan bû, çawa ku nameyên wî yên ji Bab-i Alî re û raporên li ser Bedirxan Begê yên waliyên Osmanî jî piştrast dikin***.

Helbet mirov li nava xelkê jî binihêre di berhemên gelêrî de em dibînin ku hingê xelkê dizanî Bedirxan Begê wekî mîrê bi wekalet hatiye qebûlkirin. Ji ber ku Sêvdîn Begê nekarî vegere Cizîrê, ew bi wekaletî Mîr e. Lê gava kurê Sêvdîn Beg digihe, xelk wî Mîr qebûl dike û Bedirxan Begê jî divê yan bi wekîltî mîrtiyê bike, yan jî mîrtiyê lê vegerîne. Ma naxwe çima şair bibêjin:


Ez Xelef im, Xelef im heware mîr; heware mîr

Ez Xelef im; Xelef im Êzdîn Şêr Begê Botan e


* Helmuth von Moltke. Briefe über Zustände und Begebenheiten in der Türkei aus den Jahren 1835 bis 1839 (Nameyên li ser rewş û mercên li Tirkiyeyê yên salên 1835 heta 1839´an). Rûpel 263.


** Heman berhema jor. Rûpel 267.


*** Sinan Hakan, Osmanlı Arşiv Belgelerinde Kürtler ve Kürt Direnişleri (1817-1867), Weşanên Doz. 2007. Rûpel 68, 123, 136, 137.

02.09.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Banga durziyan: Bila korîdorek di navbera me û Rêveberiya Xweser de vebe

ad

TUSÎAD'ê deng derxist: Kayûm, hiqûq, lîyakat

ad

Putînî bi Stalînî Polonya tehdîd kir

ad

HDP û ‘Ciwyana Newî’

ad

Rekora zêde deng girtinê jî di destê DTP'ê de ye

ad

Dîkan nikil li tangan da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname