Diyarname
Her tîmekî sporê bi rengên xwe, bi kincên (formayên) xwe heye. Di nav tîmên fûtbolê de hatineke girîng a formayan ji bo tîman heye. Niha tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (Diyarbekir Buyukşehir Belediye Spor) jî dest bi firotina formayên xwe kir.
Rengên Diyarbekir BB zer û sor in. Forma jî bi van rengan, du du cure hatine çêkirin: Yek jê sor e û milên wê zer in; ya din jî sipî ye û li aliyê pên du xêzên zer û sor wekî v'yê hatine bi cih kirin.
Forma bi 30 TL'yî têne firotin û yên ku bixwazin bikirin hem dikarin roja ku maç tê lîstin ji cihê firotina bilêtan bikirin, hem jî dikarin herin ji klûbê bistînin. Kesên ku li derveyî Amedê rûdinin ger bixwazin formayan bikirin dikarin heqê formayê bişînin ser hesabê bankeyê ya klûbê û piştî vê yekê klûb ji bo wan fortayan dide kargoyê û dişîne.
Diyarbekir BB niha di Lîga 3'yem a Tirkiyeyê de dilîze û di dawiya hefteya 22'yan de bi 55 pûanan di rêza yekemîn de ye. Piştî wê Fatih Karagumruk tê ku pûanên wê jî 43 ne. Ji bo sal bi dawî bibe hê 12 hefte hene lê îhtîmal e ku Diyarbekir BB bibe şampiyon û derbasî Lîga 2'yemîn bibe.
Kesên bixwazin formayan bikirin dikarin bi van telefon, faks û e-mailan xwe bigihîne klûbê
Telefon: 0412 229 48 03 Dahili 223
Faks : 0412 229 48 03
e-Posta: diskispor_021@hotmail.com
***
REKLAM
Hejmara 5'emîn a "Kurt Tarihi" derket. Ji bayiyan bixwazin.
Ji bo nûçeyê fotoyê bitikînin
REKLAM
Hejmara duyem a kovara DÎWAR derket
Ji bo xwestin, abonetî û pirsên we yên din, têkilî:
Ji bo xwendina nûçeya li ser DÎWAR bergê bitikînin.



