Diyarname
Lîstikvanê efsanewî Diego Armando Maradona di sala 1986’an de, di Kûpaya Cîhanê de golek balkêş avêtibû ku derketibû holê ku bi dest avêtiye. Maradona ji bo vê yekê gotibû “Destê Xwedê”. Niha ew formaya ku wê çaxê Maradona li xwe kiribû hat firotin. Formaya Maradona derxistin mezatê û bi 7.1 sterlînî hat firotin.
Lîstikvanê navika sehayhe yê Îngilistanê yê berê Steve Hodge piştî maça çarîk fînalê ku li Meksîkayê hat lîstin ew forma ji Maradona girtibû. Piştî 36 salên ku forma li cem xwe girt, niha derxist mezatê.
Hodge piştî mirina Maradona gotibû ku ew formayê nafiroşe lê niha ligel mezat
aneya Sotheby’s li hev kir û forma firot.
Mezatxaneyê buhayeke di navbera 4-6 mîlyon sterlînî de diyar kiribû lê mezatxaneya ku 20’ê avrêlê dest pê kiribû, îro bi dawî bû û bi 7 mîlyon hu 124 hezar û 500 sterlînî hat firotin.
Ji Sotheby’sê Brahim Wachter gotiye ku li mezatxaneyê heta niha formaya fûtbolê ya ku herî zêde eleqe dîtiye û bi buhayeke rekor hatiye firotin.
Berê di sala 2019’an de formaya lîstikvanê beyzbolê Babe Ruth ê New York Yankessê bi buhaya 5.6 mîlyon dolarî hatibû firotin.