logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

TEV-DEM: Dixwazin gelê kurd bikişînin nava şerê qirêj

TEV-DEM'ê diyar kir ku piştî agirbesta ku rejîma Sûriyeyê û Artêşa Azad qaşo ji ber Cejna Qurbanê îlan kiriye, berê xwe

  • Dîrok: 27/10/2012
  • Beş: Nûçe

Qamişlo
TEV-DEM'ê diyar kir ku piştî agirbesta ku rejîma Sûriyeyê û Artêşa Azad qaşo ji ber Cejna Qurbanê îlan kiriye, berê xwe dane kurdan û dixwazin gel bikişînin nava şerê ku tu berjewendiyên kurdan tê de nîn e. TEV-DEM'ê destnîşan kir ku ew ê di siyaseta demokratîk de israr bikin, lê divê bê zanîn ku gelê kurd jî xwedî îradeyek bihêz e û bang li gel hate kirin ku bêdeng nemîne.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî bûyerên îro (26.10.2012) li taxên kurdan ên Helebê rûdan daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komek çekdar duh derbasî Taxa Eşrefiyê bûye û bicih bûye, lê gelê kurd ji bo ku taxa wan nebe amurek şer, ew ji taxê derxistine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî van koman artêşa rejîmê guleyên hewanê avêtin taxê û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest daye, 20 welatî jî birîndar bûn. Di daxuyaniya TEV-DEM'ê de hate destnîşankirin ku îro jî komek çekdar ku navê Artêşa Azad li xwe dike, bi armanca korçberkirina welatiyan û derxistina tirsê, riya di navbera taxên Eşrefiye û Şêxmeqsud girtin û gule berdan welatiyên sivîl.

'LI HEMBERÎ DAXWAZA HEVDÎTINÊ GULE BARANDIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî van bûyeran li ser daxwaza welatiyên herdu taxan, heyetek ji Meclîsa Gel û gelên li taxan hatiye avakirin û ji bo ku bi koma çekdar re hevdîtinê çêbikin ketiye nava hewldan. Di berdewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Armanca vê heyetê ew bû ku koma çekdar îkna bikin da ku ji taxê derkevin. Heteyê xwest ku ji komê re ragihîne ku gelên taxê bi hemû neteweyan re naxwazin bibin amurên şer û dixwazin ewlekariya xwe bi xwe çêbikin. Lê îro serê sibê, gelê kurd bi daxuyaniya van komên çekdar ku dibêjin êdî taxa Eşrefiyê di bin kontrola wan de ye û rizgar kiriye, matmayî ma. Li ser vê yekê di saetên nîvro de gelê kurd li hemberî vê yekê meşek aştiyane lidar xist û xwest ev komên çekdar derkevin û komkuji êdî neyên kirin. Bi sedan kurd û ereb, bi zarok û mezinan li kêleka fabrîqeya asfaltê ya li sînorê taxên Eşrefiye û Şêxmeqsud kom bûn. Komê xwest ji vir heta Eşrefiyê bimeşin û ji koma çekdar bixwazin ku derkevin. Lê van komên çekdar gule berdan ser gel û di encamê de ji gelê me kuştî û birîndar çêbûne."

'RÊZDARIYA WAN A JI BO ROJÊN PÎROZ NÎN E'

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku TEV-DEM'ê heta roja îro her bangawaziya xwe ji bo rawestandina kuştin û komkujiyan daye û wiha hate gotin: "Em her tim pêşniyarên rêbazên çareseriyê yên aştiyane pêşniyar kirin. Lê piştî artêşa rejîma Sûriyeyê û komên çekdar agirbest îlan kirin, em dibînin ku herdu alî girîngiyê nadin rojên pîroz. Herdu alî hewl didin ku rasete rast an jî nerasterast îradeya gel bişkînin û gel bikişînin nava şerê ku tu berjewendiyên gem tê de nîn e. Her wiha dixwazin gel bikin qurbaniyên berjewendiyên xwe û di komkujiyê re derbas bikin."

'EM Ê DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE ISRAR BIKIN, LÊ ÎRADEYA ME JÎ HEYE'

Li ser helwesta Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî di daxuyaniyê de hate gotin ku tê TEV-DEM di riya siyaseta demokratîk ku mîsogeriya Sûriyeyek demokratîk û azad e û her wiha mafên gelê kurd mîsoger dike de bi israr bike û wiha hat domandin: "Sekna li hemberî van lîstok û komployên hanê, ji erkên me ya sereke ku dê serkeftinê bixwe re bîne ye. Em dixwazin ji hêzên şer dikin re jî bêjin ku gelê kurd bi tenê nîn e û îradeyek wan a bi hêz heye."

BANGA 'NEYÊN LÎSTOKAN'

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê kurd ê Helebê hate kirin ku li dijî lîstokên li dijî wan ên ku dixwazin wan bikişînin nava şerekî tu berjewendiya wan tê de tune ye, bisekinin û ev tişt hatin gotin: "Her wiha em bang li gel dikin ku li dora saziyên xwe bibin xelek. Em bang li hemû gelên Rojavayê Kurdistanê jî dikin ku li hemberî van komkujiya bêdeng nemînîn û dibin slogana 'Ma ev bû agirbesta we?' de piştgiriyê bidin gelê Helebê. "

ANF

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Yekem car wisa çêbû: Bi pûanê Fair-Play bi ser ket

ad

Weşanxaneyeke nû ‘Dîwan’ê 7 pirtûk derxistin

ad

Her du hunermend hatin berdan (hat nûkirin)

ad

“Evdalê Zeynikê” diçe Sri Lankayê

ad

Koma Mahabadê diçe Dêrsimê

ad

Ew keleh ev keleh e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname