Diyarname
Serokê Konseya Çapemeniyê Orhan Birgit ji bo dawiya salê civîna nirxandina salê li dar xist û daxiyaniyek da. Di daxuyaniyê de lîsteya rojnamegerên girtî weşand ku di nav lîsteyê de 97 rojnamegerên girtî hene.
Birgit got ku hin bi îdîaya alîkariya rêxistina Ergenekonê, hin bi îdîaya çapameniya KCK'ê hatine girtin ku ev hemû hempîşeyên me jî bêçek bûn û serî li şîdetê nedabûn, tenê mafên azadiya ramanê bikaranîbûn.
Serokê Konseya Çapemeniyê Birgit di dema ku em ketin sala 2012'yan de ji Serokwezîrê Tirkiyeyê ev xwest: "1- Bila Dadgehên bi Rayeya Taybet bêne betalkirin. 2- Ji ber ku rojnameger ji ber azadiya ramanê hatien girtin, ev çalakiyên xwe bi rêya çapemeniyê kirine, delîlên der barê wan de hatine berhevkirin uku ne mimkûn e delîl bêne xirakirin bila serbest bêne berdan û bi vî awayî bêne darizandin.


