logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê' dest pê dike
  2. Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"
  3. Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro
  4. Di vê tûrnûvayê de çend hakêmên jin hene?
  5. Merasimên destpêkirina Kûpaya Cîhanê ji wê têne pirsîn
news-details

Ji Şamê heta Cîhangîrê ‘Jineke Mirî li Cîhangîrê’

Dema ku mirov ji helbestên helbestvanekî/e hez kir, bê hemdî be jî mirov ji xwe dipirse; gelo ev helbestvan rojekê, çîro

  • Dîrok: 06/04/2021
  • Beş: Serbest

Mem MÎRXAN

Dema ku mirov ji helbestên helbestvanekî/e hez kir, bê hemdî be jî mirov ji xwe dipirse; gelo ev helbestvan rojekê, çîrokekê an romanekê binivisîne wê çawa be? Wê ev ristên zêrîn derbasî romanê bibin?

Ji bo romana Jana Seyda ya bi navê “Jineke Mirî li Cîhangîrê” yekem pirs ev e: Gelo ew helbesta Jana ya şêrîn çiqas derbasî nav rûpelên romana wê bûye?

Werin em bi hev re lê binêrin:

Roman ji kembera erebkirinê dest pê dike ku bapîrê Dîlberê Miradê Nûrî bi destê rejîma Sûrî gelek salan berî şerê hundirîn bi darê zorê ji ser axa bav û kalan hatiye bi dûrxistin û li qeraxên Şamê bi cîh bûye. ( Belê ji ber ku em Jana nas dikin, mirov jê dipê ku romaneke binivisîne wê ew roman li welatê jê hatî derbas bibe) Di nav keft û lefta jiyanê de Miradê Nûrî çar neçar debara xwe dike. Kurekî wî heye bi navê Sadiq, sûtekî dera hanê ye. Li cadê û ziqaqên Şamê li meyxana û li pey keçikên laşfiroş dema xwe derbas dike. Bavê Sadiq berî şeva ku şewatê derkeve û ew û jina xwe bimirin, keçika cîranê xwe Hemdiyeyê jê re dixwaze. Pişt re sal û zeman derbas dibin. Zarokên wan çêdibin. Dîlber keça mezin hîn dibistanê dixwîne û 15 salî ye, bi zora bavê wê bi generalekî pîr ê Rejima Sûrî re tê zewicandin. General mirovekî dewlemend e, wekî jina sêyem….

Çîrok ji du milan de berdewam dike.

Milê din jî keçika bi navê Evîn ku hem hiş hem jî rabirdûya xwe winda kiriye û li Cîhangîrê bi Hêlîn û Pedro yê spanyolî re di malekê de dimîne. Di destê Evînê de jî rabirduya wê tenê fistanekî bi xwîn û gustîlek heye.

Roman dualî geh li Şamê geh li Cîhangîrê derbas dibe. Û em dema romanê diqedînin hem wî şerê bê bavê ku hemû mirovahî di xwînê de hiştin û hem jî jinek bêçare di nav gilêza gemar a kalekî de temenê xwe diborîne dibînin. Çîrok bila li vir bimîne. Evîn gelo kî ye û çi têkiliya wê bi Dilberê re heye? Di nivişta stûyê dilberê de çi veşartiye? Gelo Dîlber û Evîn heman kes in?

Em werin ser pirsa destpêkê; Gelo Jana Seyda romaneke çawa nivîsandiye? Gelo rêç û dirbên helbesta Jana Seyda derbasî romanê bûne? 

Bersiv zelal e. Bi kurtî dikarim bejim na. Ziman û hûnandina romanê wekî zimanê hemû nivîskarên me yê Binxetê herikbar e, kurdiyek famdar û jiyanî ye. Mirov heta hevoka dawiyê di xwedin û têgihîştinê de lê nalikume. Çend şaşiyên redaksiyê bidin aliyekî Jana Seyda hûnandin û vegotina romana kurdî zeft kiriye.

Di romanê de 2 tiştên mirov dikare rexne bike hene.

1- Beşên romanê ne. Beşên romanê bênav hatine ristin lê di nav de 3 bînvedan wekî navê beşê hatine bicîhkirin. Dema mirov mene bin wan dixwîne tu taybetiyekê nabîne. Gelo bê çima hemû beş bênav hatine nivisandin û ev beş wekî bînvedan hatine binavkirin.

2- Rexneya din di romanê de; Beşek bi serê xwe ji zewacê û çawabûna zewacê re hatiye veqetandin. Di heman demê de ev wekî me dixala yekemîn de behs kir, “Bînvedanek dibe ku hêjayî gotinê be” hatiye bicîh kirin lê ev bînvedan ne hêjayî beşek serbixwe ye. Tiştên li ser zewacê hatine gotin ne tiştên ku ew qas girîng in. Dîsa beşek din jî “Binvedanek ji bo jibîrkirinê”ye. Di vê beşê de behsa destan hatiye kirin. Destê biçûk, destên mezin, destên kûr, destên fireh û hwd. Beşa din jî “bînvedana” dawiyê ye. Tê de behsa hizrên mirov dike, wekî hezkirin, bextewarî, xemgînî, reşbînî û hwd. Ev hersê “bînvedan” ne ku bîna mirov derdixe bilakis dilikumîne. Jana Seyda dikarîbû ev bi rehetî di nav romanê de bi cîh bikira. Ji ber ku wekî van pêzanînan gelek pêzanînên wekî: neynik, hezkirin, şer, hevaliya jin û mêr û hwd gelek baş di nav romanê de hatine hûnandin. 

Bi min van hersê beşan di romanê de cîh negirtana jî tu kêmanî çênedibû.

Romana “Jineke Mirî li Cîhangîrê”, hem bi lehengê xwe, hem bi vegotin û cîh û warê xwe  romanek e, romaneke serkeftiye. Meraq û lêgerîna  mirov heta rûpela dawiyê berdewam dike. Em bi lehengan re geh xwe li kolanên Şamê, geh li qada şer, geh li kolên Cîhangîrê dibînin. Bobelatên bi serê me kurdan de hatine helbet ji hemû bûyerên vê romanên hatî nivîsandin û yên bêne nivîsandin erjengtir be jî, ev meşa wêjeyî di avakirina netewebûnê de rolek pîroz dilîze. 

Hem dibe ku ev xwendin û nivîsandin li neqebeke me û rihê me yê bindest bigihîne hev.

Hingê….nizanim hingê…

mmirxan@gmail.com


Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 13 06 2026

Di Rewşenberiya Me Kurdan de Deqa Kor

news
  • 10 06 2026

Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî

news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nirxandinek li ser "Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî"

ad

Îro Hollanda û Japonya kar kir

ad

Serketiyên Pêşbaziya Çîrokan diyar bûn

ad

Pêşbaziya Hespan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket

ad

Meclisa Taxên Kurdan banga hikumeta Şamê qebûl nekir

ad

Aramê Tîgran li Amed û Stenbolê hat bibîranîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê' dest pê dike

  • 11 06 2026
news

Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"

  • 12 06 2026
news

Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro

  • 11 06 2026
news

Di vê tûrnûvayê de çend hakêmên jin hene?

  • 11 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname