Diyarname
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr îro di Meclisa Koma HDP'ê de li Meclisê axivî meseleya referandûma Başûrê Kurdistanê jî di nav de bal kişand ser gelek mijarên girîng. Baydemîr ji bo referandûmê got: "Hikumet dibêje 'em nahêlin Iraq parçe bibe'. Tiştê ji bo te helal çima ji bo kurdan heram be? Em vîna gelê Başûrê Kurdistanê qebûl dikin û dibêjin ser ser û çavên me."
Vaye ji axaftina Baydemîr hin not:
- Dibêjin "83 mebûs girtin, bûyerên Kobanî derxistin'. Derew. Yek HDP ev bûyer dernexistin. Didu, bûyer berî hilbijartinê bûn, ne piştî hilbijartinê.
- Yên ku 15'ê Tîrmehê ava kirin binêrin di sala 1996'an de di vekirina Bank Asya de li cem hev in... Fotoya duyemîn jî ji 15'ê tîrmeha 2017'an de. Tenê Gulen têde nîn e.
- Li Stenbolê baran barî lehî rabû. Hindik maye berdevkê hikumetê li lehiya Stenbolê binêre û bibêje, "Ji vir projeyeke baş a HES'ê derdikeve. Hindik maye bibêjin "Me Stenbol kir Venedîk."
- Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan dibêje "53 birayên min ên kurd". Bi Xwedê derew. Ger te kurd wekî birayên xwe bidîta te yê maseya muzakereyê xira nekira, te yê negot 'Kobanî li ber ketinê ye, ket'."
- (li ser girtina parêzvanên mafên mirovan) Ey Serokê Giştî yê AKP'ê, te helbestek xwend jixwe ne helbestek xweş bû jî. Dema tu hatî girtin, ew parêzvanên mafên mirovan ku niha te dan girtin te parastibûn!
- (Demîrtaş serî lêdabû ku bi SEGBÎS'ê beşdarî koma civîna meclisê bibe) Ger di warê heysiyeta meclisê de bi qasî gramek hewldana we heba we yê destûr bida ku Demîrtaş bi SEGBÎS'ê beşdarî civîna koman a meclisê bibe.
- Dixwazin bi temamî meclisê betal bikin. Em bibêjin gelê kurd, em bibêjin Kurdistan, Komkujiya Dêrsimê, Komkujiya Koçgirî, Çorûmê dê ceza bidin. Em bibêjin kuştina karkeran, kuştina jinan dê ceza bidin. Lê tiştek ji bîr kirine, yên ku gotin dinya gilover e, dinya li dora xwe digere jî hatin darizandin. Lê wan dest ji gotina xwe ya rast berneda.Ger wan dest ji gotine xwe berdana belkî îro hinan bigora dinya raste ye. Lewma emê ji Kurdistanê re bibêjin Kurdistan û vê gotina xwe bidomînin. Emê ji gelê kurd re bibêjin kurd, ji Dêrsimê re bibêjin Dêrsim. Emê ji mirovan re bibêjin mirov. Yên ku derewan dikin emê wan deşîfre bikin.
- Ji bo edalet, wekhevî, azadî emê nesekinin, emê faşîzmê bidin sekinandin. Emê huş nebin emê dengê faşîzmê huş bikin.