logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Gelek nivîskarên kurd beşdarî TUYAP'ê dibin

Di Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP'a îsal de gelek nivîskarên kurd dê di panelan de derkevin pêşberî temaşevanan.

  • Dîrok: 13/10/2011
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Di Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP'a da îsal de gelek nivîskarên kurd dê di panelan de derkevin pêşberî temaşevanan.

30'yemîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP îsal di 12'yê sermawezê de dest pê dike û heta 20'ê mehê dê bidome. Îsal nivîskarê rûmetê yê fûarê nivîskar, rexnegirê hunerê Ferid Edgu ye. Di fûarê de weşanxaneyên kurdan jî têde bi giştî li dor 600 weşanxane û saziyên sivîl dê standê vekin, di vê çarçoveyê de dê 197 çalakî bêne lidar xistin, bi sedan nivîskar dê li standan pirtûkên xwe îmze bikin.

Welatê mêvan: Misir

Fûara ku îsal di bin navê "Hêvî: Xeyal e? Yan rastî ye?" de li dar dikeve, banga hêviyê dike. Mêvanê rûmetê yê fûarê jî îsal Misir e. Di vê çarçoveyê de nivîskar û weşanxaneyên Misrê dê bibin mêvanên fûarê. Yek ji wêjevanên Misrê Necîb Mehfûz di 100'emîn rojbûna xwe de li fûarê dê li ser çalakî bêne li dar xistin. Di nav kesên dê ji Misrê bên de Alâ Al Asvani (pirtûka wî 'Yakupyan Apartmani' li tirkî hatiye wergerandin û bi wê li Tirkiyeyê tê nasîn), Cemal Gitani (wekî kurê manewî yê Necîb Mehfûz tê hesibandin), İbrahim Aslan, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Misrê Mohamed Salmawy  û Youssef Ziedan dê bên fûarê û li ser wêjeya Misrê biaxivin.
Her wiha fîlmên Misrê ên bi navê  "Erazî" (1969),  "Destpêkek û dawiyek" (1960), "Ji min re çîrokek vebêje" (2009), "Al Kitkat" (1991) û "Alâ Al Asvani" ku çîroka wan ji romanan hatine girtin di çarçoveya fûarê de bê pere bêne nîşandayîn.

Weşanxane û nivîskarên kurd

Wekî salên borî hema hema hemû weşanxaneyên kurd dîsa di fûarê de standên xwe vedikin. Lê ji salên borî cudatir yekem car weşanxaneyên kurd ew qas panelan li dar dixin. Îsal 20 nivîskarên kurd di panelên cur bi cur de dê derkevin pêşberî temaşevanan. Ji mebûsên BDP'ê Altan Tan, Adil Kurt, Şaredarê Bajarê mezin ê Amedê Osman Baydemir, Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, bigire heta Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, ji mebûsê kurd ê berê Şerafettin Halis bigire heta rojnamegerên kurd Zulkuf Kişanak, Cemil Oguz, nivîskarên kurd Sîdar Jîr, Gulçiçek Gunel Tekin, Ronî War, Şeyhmus Diken, Kawa Nemir, Berken Bereh, Jana Seyda, Marîn Rehmanî, Lal Laleş, Dilawer Zeraq di panelan de dê derkevin pêşberî temaşevanan.

Di nav bi sedan çalakiyên fûarê de hin panelên ku kurd jî beşdar dibin û derdikevin pêş ev in:

12 SERMAWEZ 2011, Şemî

Salona Karadeniz:
17.30-18.30
Gotûbêj:"Ji duh heta îro ziman û wêjeya kurdî"
Birêvebir: Nurettin Firat
Axifger: Sami Tan, Adil Kurt
Amadekar: Aram Yayınları

Salona Buyukada:
16.15-17.15
Gotûbêj: "Dengê Doyê bi Kurdî Tê Ser Ziman"
Axifger: Adnan Ozyalçiner, Cemil Oguz
Amadekar: Evrensel Basim Yayin - Kovara Tîrojê

17.30-18.30
Gotûbêj: "Navnîşana Îşkence û Mirinê Girtîgeha Amedê"
Axifger: Raşit Kisacik, Halim Demir
Amadekar: Ozan Yayincilik


13 SERMAWEZ 2011, Yekşem

Salona Karadenîz:
17.00-18.00
Helbestxwendin
Beşdar: Ahmet Telli
Amadekar: Everest Yayinlari

Salona Buyukada:
13.15-14.15
Panel: "Çanda Elewiyên Qizilbaş û Rewşa Dêrsimê"
Birêvebir: Sirri Ozturk
Axifger: Sirri Ozturk, Şerafettin Halis, Gazi Eke
Amadekar: Sorun Yayinları Kolektifi

Salona Heybeliada:
13.15-14.15
Gotûbêj: "Ji Demsalek li Hekarî heta Baholek û Du Ziman"
Axifger: Adnan Ozyalçiner, Ozgur Dogan, Sennur Sezer
Amadekar: Evrensel Basim Yayin - Kovara Tîrojê

18.15-19.15
Gotûbêj: "Wekî Panjehrê Dîroka Fermî Dîroka Vegotinî"
Birêvebir: Ragip Zarakolu
Axifger: Aziz Tunç, Niko Uzunoglu, Gulçiçek Gunel Tekin, Zulkuf Kişanak
Amadekar: Belge Uluslararası Yayıncilik


14 SERMAWEZ 2011, Duşem

Salona Marmara:
16.00-17.00
Gotûbêj:  "Destanên Kurdî"
Axifger: Ronî War
Amadekar: Weşanên Ava


15 SERMAWEZ 2011, Sêşem

Salona Karadeniz:
16.00-17.00
Gotûbêj: "Bila Şopa Wan Bimîne"
Nîşandayîna Dîayê: Fotografên Tirkiyeyê yên salên 1982-2010'an
Axifger: Sennur Sezer, Ali Oz
Amadekar: Evrensel Basim Yayin


19 SERMAWEZ 2011, Şemî

Salona Marmara:
14.30-15.30
Gotûbêj: "Li dûy ên çûn"
Birêvebir: Osman Baydemir
Axifger: Şeyhmus Diken, Migirdîç Margosyan
Amadekar: Aras Yayinlari

17.00-18.00
Gotûbêj: "Vegotina Winda ya Mezopotamyayê"
Axifger: Migırdiç Margosyan, Şeyhmus Diken, Abdullah Demirbaş, Sidar Jir, Gabriyel Akyüz
Amadekar: Weşanên Lîs - Şaredara Sûrê ya Amedê


20 SERMAWEZ 2011, Yekşem

Salona INTEREXPO:
15.45-16.45
Gotûbêj: “Ji Tûrabidin û Berriyê: Eşîr, Ol, Ziman û Çand”
Axifger: Altan Tan
Amadekar: Weşanên Nûbihar

Salona Karadeniz:
15.45-17.15
Gotûbêj: "Di 32'yemîn Sala Hunera Xwe de Helbestvanê Hêvî û Eşq: Berken Bereh"
Axifger: Kawa Nemir, Berken Bereh, Jana Seyda, Marîn Rehmanî, Lal Laleş, Dilawer Zeraq
Amadekar: Weşanên Lîs

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

news
  • 11 04 2026

Dawiya hefteyê hin çalakî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Çapa nû ya 'Zaza Kurtler' derket

ad

Ziman, rastnivîs û kevneşopî

ad

Van deman karker li ku ne?

ad

Qedexeya li ser Rojê rabû

ad

Bi mijar û bergeha xwe du hejmarên Hawarê

ad

Kayûmê tenûrên xelkê hilweşandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname