Bi mijar û bergeha xwe du hejmarên Hawarê
HAWAR
Hejmar: 31
Rûpel: 517/ 533
Sal: 9
În/ 1. Tebax/ 1941
Çapxane Sebatê
Tefsîra Quranê: Dr. K. A. Bedirxan: Kovara Hawarê de tefsîran 286 ayetên Sûreyê Çêlekê de tefsîra 26 ayetan di vê hejmarê de cîh girtiye.
Hedîsên Cenabê Pêxember: C. A. Bedirxan: Kowara Hawarê de wergeran 702 hedîsên Cenabê Pêxember de wergera 33 hedîsan di vê hejmarê de cîh girtiye.
Mirina Gurî: C. A. Bedirxan: C. A. Bedirxan ji bo birayê xwe rehmetî Sefder, "mirina gurî" wergerandî kurdî û pêþkeþî giyanê wê dike... Çîrokê de behsa nêçirvana, kuþtina gur û malbata gur dike.
Dîk û Rovî: Osman Sebrî: Çîrok behsa xapandin û nexapandin ê dike: Rovî dixwazi dîk bixapîni lê dîk ji rovî jîrtir derdikevî.
Behramê Gor: Cegerxwîn: Çirok behsa Behramê Gor dike çawa mal û mulkê bav û kalanê xwe þixulandî û çawa ketî rêyek xirab û heqê mezlûma xwarî û duvre çawa ketî rê ya rast behs dike.
Navên Kurdmancî: Bavê Cemþîd û Sînemxanê: Behsa tewangên bankirinê dike: Navên mêran bi tewanga nêr "o" yê tê tewandinê û navê jinan jî bi tewanga mê "ê" yê tê tewandinê behs dike... Û di rojanê de çend mînaka dide weke bandora jinan li navan çiye: Bo perwerdeyî ya zaroka û navên kurdmanciyê, jin cihe ki giring digrê: Tehsîra jinan ne bi tenê di zimên de ye. Adet, ziman, rabûn û rûniþtin û her texlît ayînên miletan bi destê jinan têne hilanîn. Ji ber ku jin ji mêran bêtir bi boriyê ve girêdayî ne û dan û standina jinan bi biyaniyan re kêm e...
Dinya Tarî: M. Ehmed Botî: Behsa rewþa kurdîstanê yê reþbûn dike.
Delaliya Delalan: Seydayê Gerok: Behsa hezkirina xwe ya ciwanî yê dike.
Stûna Xwendevanan: Hawar: Behsa arî bûn û halê kurdan dike.
Rewþa Dinyayê: Nêrevan: Behsa Þerê Sûriyê, Þerê Etlantîkê, Þerê Ûris û Elmanan û Mesela Hindiçîniyê dike.
Bingehên Gramêra Kurdmancî: C. A. Bedirxan: Behsa mana û zayend, wezîfeyên navdêrê, mêjer; yekejmar, gelejmar û gelejmariya serenavan dike.
(Chant d'automne) Paîzok: Stranvan: Him bi kurdî him jî bi frensizî hatiye nivîsîn. Di çîrokê de piranî behsa daxwaziyê dike.
Hejmar: 32
Rûpel: 534/ 551
Sal: 9
Duþemb/ 1. Îlon/ 1941
Çapxane Sebatê
Tefsîra Quranê: Dr. K. A. Bedirxan: Kovara Hawarê de tefsîra 286 ayetên Sûreyê Çêlekê de tefsîra 27 ayetan di vê hejmarê de cîh girtiye.
Hedîsên Cenabê Pêxember: Dr. K. A. Bedirxan: Kowara Hawarê de wergera 702 hedîsên Cenabê Pêxember de wergera 37 hedîsan di vê hejmarê de cîh girtiye.
Kardûx û Welatê Kardûxan/ An Kurd û Kurdistan di wextê Yewnanistana Kevin de: Herekol Ezîzan: Behsa ordiwa Ecemistanê û Yewnanê dike û behsa serpêhatî ya Ksênefon e di pîrtuka xwe ya bi navê "Enêvesîs" de nivîsiye behsa wê pîrtukê dike û behsa gundê Kardûxan dike.
Miletê Bêserî: Bedrî Cemîl Paþa: Bo kurdistanê daxwaza serekek (lîderek) dike û lazim bûna serekek bi mînaka nîþanê me dide.
Agahiyek: Hiþyar: Hiþyar dibê: heya em kurd derdê xwe nebên ew ê çawa kes lê hay bibi û li ser vê jî di çîrokê de mînaka dide.
Dermanê Nezaniyê: Sibhiyê Diyarbekrî: Behsa derdê kurda û çawa were derman kirin dike û di van derdana de du hep pir xedar dibîni nezanîn û berberî, ev her du derd çawa were derman kirin behs dike: "Dermanê nezaniyê zanîn, dermanê berberiyê yekîti ye."
Bingehên Gramêra Kurdmancî: C. A. Bedirxan: Behsa Tewangê: tewanga navdêran, awarte û bireserê navdêrê dike. Behsa Veqetandekê: veqetandekên binavkirî û veqetandekên nebinavkirî dike.
Þîretên Ehmedê Xanî: Nuredîn Ûsif: Behsa þîretên Ehmedê Xanî e li þêst zaroyên kurd kiri dike: "Eger hun dixwazin hergav bextiyar bibin û tucaran pir bedbext nebin du tiþtan bigerin; hejkirin û xebat."
Rewþa Dinyayê: Nêrevan: Behsa Hevdûdîtina Rûwzet û Çorçil, Hevdûdîtina Hîtler û Mûsolînî; Þerê Ecem di Rohelatê dur de, Þerê Ûris û Þerê Efrîqayê dike.
Bilûra min: Seydayê Gerok: Di vê helbestê de bo kurdistanê bi bilûra xwe re dipeyivi daxwaziya ji bilûre dike wekê: dengê xwe berde, bilorîne, bihejîne; binêre û bibihîse.
Hindik Rindik: Xeberguhêz: Behsa Zanîn û Nezanînê dike û mînakê peyvê Sokrot, Voltêr, Monteskyö, Dûklos; Fontnêl û Rûso dike. Behsa talûka bûna Eyloyên Derketî dike. Behsa Xebata di nav Cihan de dike: kesek kurd çawa diþixule û kesek biyanî çawa diþixulê, di de hemberê hev.